Li Stenbolê çalakî: Dîsa Rojava dîsa berxwedan 2026-01-21 21:59:59   STENBOL - Li navçeyên Avcilar, Sultangazî û Kuçukçemeceyê li dijî êrişên HTŞ û SMOyê yên li ser Rojava daxuyanî hat dayîn. Piştî daxuyaniyan polîsan êrişî meşê kir û gelek kes hat binçavkirin.   Çeteyên HTŞ û SMOyê ji 6’ê Çileyê ve êrişî heremên Rêveberiya Xweser dikin. Hêzen HSD û YPJê bersiv êdidin êrişan û axa Rojava ji çeteyan diparêzin. Li dijî êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê li Bakur, Başûr, Rojhilat, Tirkiye û welatên Ewropayê çalakî tên li dar xistin.   Li  navçeyên Avcilar, Sultangazî û Kuçukçekmece ya Stenbolê daxuyanî û meş hatin lidarxistin. Daxuyanî bi pêşengiya rêxistina DEM Partiyê yê Stenbolê pêk hat. Gel li pêşiya DEM Partiyê kom bûn û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin.   Li taxa Gaziyê ya Sultangaziyê pankarta “Dîsa Rojava dîsa berxwedan” hat vekirin. Daxuyanî pêşiya Şaîr Abay Konanbay hate dayîn. Piştî daxuyaniyê polîsan girse dorpeçê kir û êrîşî meşê kir. Di encama êrîşa polîsan de nêzî 20 kes hat binçavkirin.   Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye û hat bibîrxistin ku gelê Kurd li dijî wan êrişan ne bêalternatîf e.