Ji EH Bildu bang ji bo Rojavayê 2026-01-21 20:38:09   NAVENDA NÛÇEYAN - EH Bildu, der barê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de banga agirbestê kir û xwest ku ewlehiya gelê Kurd were misogerkirin û çareseriyek siyasî û aştiyane were esasgirtin.   Euskal Herria Bildu (Eh Bildu) ku federasyoneke ku ji partiyên serbixwe yên Spanyayê pêk tê, der barê êrişên HTŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pevçûnên bi çek ên rêveberiya Şamê ve hatiye destpêkirin, encamên giran li ser sivîlan çêkiriye.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê Kurd û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di têkoşîna li dijî cîhadîzmê de roleke mînak li xwe girtine û wiha hat gotin: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek serkeftî ye ku divê were piştgirîkirin, rêzgirtin û naskirin. Agirbestekî tavilê û bigarantî ji her demê bêtir pêwîst e. Her wiha misogerkirina ewlehî û parastina civaka Kurd pir girîng e."   Di daxuyaniyê de ji bo parastina aramiya herêmê û nehiştina tevgerîna DAÎŞ’ê ji nû ve, banga ji nû ve pêkanîna kontrola girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin.   EH Bildu, di dawiya daxuyaniyê de ev peyam da gelê Kurd: “Silavên xwişk-biratî û piştgiriya tam.”