Li Rojhilat û Îranê xwepêşandan didomin 2026-01-21 13:38:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 280 saet in înternet hatiye qutkirin. Zext û girtinên li ser xwepêşanderan berdewamin. Heta niha zêdetirî 26 hezar xwepêşander hatine binçavkirin û 33 ji vana zarok in.   Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan destpêkirine. Rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin. Xwepêşandan û nerazîbûn di roja 22’yan de didomin.   Hêzên rejîmê bi rêya zextên ewlehiyê û belavkirina hêzek zêde ya li nava bajaran, hewl dide rê li serhildanek din a mîna ya serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ bigre.   Li gor agahiyên Net Blox’ê belavkirine, zêdetirî 280 saetin înternet li ser 90 milyon welatiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatiye qutkirin û peywendiya bi derve re nemaye. Heta niha jî ne zelale wê kengî dawî li qutkirina înternetê were anîn.   Qutkirina xetên înternetê çalakiyên aborî, xizmetguzariyên online, peywendiyên malbatî, dest gihiştina bi xizmetguzariyên bijîşkî, agahî wergirtina ji derve û hwd de bi awayek nerênî bandor kiriye. Her wiha metirsiya windakirin, zextên li ser malbatan û veşartina hejmara rast a binpêkirinan zêdetir kiriye.   Dozgeriya Giştî ya Tehranê di siyaseta xwe ya kontrolkirina weşanên çapemeniyê ya li ser xwepêşandanan de berdewame. Tometa suc li dijî du saziyên din ên çapemeniyê ragihand. Ev yek jî piştî dest bi serdegirtina rojnameya Hem Mihan hat. Edîtorê rojnameyê diyarkir ku sedemê girtinê ji ber belavkirina mijarek li ser binpêkirinên bijîşkan a di dema xwepêşandanan de bû.”   Wezareta Îtlaetê û Supayê Pasdaran ji gelek rojnamevanan re hişyarî dane ku ger nûçe û raportan li ser bûyerên dawî biweşînin, wê bibe sedemê girtin û cezayên giran. Hin ji rojnamevanan rûbirûyê gefan hatine.   Çavdêrên siyasî girtina saziyên çapemeniyê û qedexeya li ser înternetê wekî nîşaneya kontrolkirina agahiyan û hewldanek ji bo pêşîgirtina li weşandina raporên meydanî yên li ser serdegirtina xwepêşanderan dinirxînin.   Li gor agahiyên tên belavkirin, li seranserî bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîmê hêzek zêde ya leşker, polîs û besîc li kolan û cihên giştî belavkiriye. Li ketin û derketina bajaran xalên kontrolê hatine zêdekirin. Ev rewş bi taybetî di saetên şevê de tûndtir dibin.   Di heman demê de pêla binçavkirinan a li parêzgehên cûda berdewame. Bi dehan kes li bajarên Qezwîn, Fars, Xoresanî Rezawî, Îlam, Simnan û Kirman hatine binçavkirin. Saziyên ewlehiyê kesên binçav dike wek ‘pêşengên xwepêşandanan, kesên têkder û terorîst’ bi nav dikin.   Dozgeriya Giştî ya Tehranê ragihandiye ku wan ji ber piştgiriya bi xwepêşanderan re li dijî 25 kesayetên werzişvan û hunermend her wiha 60 saziyên bazirganiyê bi hinceta ku gilî tomar kirine. Her wiha dest bi ser mal û serwetê gelek ji van kesan de hatiye girtin.   Li gor amarên Rêxistina HRANA’yê, ji despêka xwepêşandanan ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 26 hezar 314 xwepêşander hatine binçavkirin. 4 hezar 322 xwepêşander hatine qetilkirin, ji vana 33 zarokin. 5 hezar 811 xwepêşander jî birîndar bûne. Her wiha li ser medya fermî ya dewletê jî 167 îfadeyên ku bi darê zorê ji xwepêşanderan hatine girtin, belav kirine.