Bihezaran kes ber bi sînorê Qamişlo ve meşiyan 2026-01-21 11:35:27   MÊRDÎN - Bi hezaran kesên ku li dijî êrîşên li ser Rojava  li Nisêbînê kom bûn, ber bi sînorê Qamişloyê ve bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" meşiyan.    Meşa li Navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji bo şermezarkirina êrişên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya hed hezaran kesan pêk hat. Meşa li navenda bajar destpêkir heta Goristana Hechecê û ji wir jî ber bi Parqa Aştiyê vê berdewam kir. Di dema meşê de bênavber sloganên, “Bijî bijî Rojava”, “Rojava Rojhilate Kurdistan yek welat e” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.