Gel diherike çalakiya nobetê ya li Nisêbînê 2026-01-20 22:28:54   MÊRDÎN - Gel bi dirûşmeyên ‘bijî berxwedana Rojava’ diherike çalakiya nobetê ya li xeta sînorê Nisêbîn-Qamişo hatiye destpêkirin.   Êrîşên çeteyên THŞ’ê û komên paramîlîter yên girêdayê Tirkiyeyê yên li hember Rojava bê navber didomin. Bi dehezaran kes îro ji bo êrîşan protesto bikin li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê meş pêk anîn. Piştre gel li sînorê Nisêbîn-Qamişlo meş berdewam kir. Tevî leşkeran bi sedan kesî sînor bezandin û derbasî Rojava bûn. Yên sînor derbas kirin li Qamilo bi al û çepikan hatin pêşwazîkirin.   Li navçeyê çalakî didomin û ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve di saetên êvarê de çalakiya nobetê hat destpêkirin. Nobet bi saetane didome. Berxwedan û piştevanî her diçe mezin dibe.   Li aliyê din jî wê sibê saet di 11.00’an de li Nisêbînê bi tevlibûna hezaran meşa berbi sînor pêk bê.