Ji Kerkûkê piştgiriya ji bo Rojava 2026-01-20 19:15:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên li Kerkûkê ji bo piştgiriya Berxwedana Rojavayê kom bûn.   Welatiyên ku li ber navenda kirînê ya Time Mallê ya li taxa Rehîmawa ya Kerkûkê ya Herêma Kurdistana Federe kom bûn, ji bo piştgiriya berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî li dar xistin. Li Kerkûkê mamoste, alimên olî û kesên din ên diyarkirî di nav de, ji bo hevrêzkirin û organîzekirine hemû çalakiyên li bajêr û ji bo dabînkirina piştgiriyê ji bo komîteyeke ji 9 kesan pêkhatî, hat avakirin.