Kurdên li Norwêcê ji bo Rojava û Rojhilat çalakî kirin 2026-01-20 19:04:16   NAVENDA NÛCEYAN - Li bajarê Trondheim ê Norwêcê, ji bo piştgiriya bi Rojava û Rojhilat meşeke girseyî hate lidarxistin.   Kurdistaniyên ji çar parçeyan û dostên wan ên Norwêcî li pêşiya meclîsa bajêr a Trondheimê li hev kom bûn û êrişên çeteyên HTŞ û DAÎŞ'ê yên bi palpiştiya dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin.   Di çalakiyê de bi hildana pankart û dowîzan piştgirî ji gelê Rojava re hate dayin.   Her wiha dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava" û "Em Rojava ne, em li vir in" hatin qîrîn.   Berxwedana gelê Rojava hate silavkirin û bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz hate kirin ku xwedî li Rojava derkevin.