Ciwanên Rojhilatî: Bibin dengê QSD'ê 2026-01-20 13:02:00   WAN - Komeke ciwan li Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî dan û diyar kirin ku tev li berxwedana Rojava dibin. Ciwanan diyar kirin ku êrîşa li ser Rojava, êrîşa li ser hemû gelê Kurd e. Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e.    Komek ciwanên kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê di bin berfa zêde de daxuyanî dan û diyar kirin ku dê tev li têkoşîn û berxwedana Rojava bibin.   Koma ciwanan li rojhilatê Kurdistanê di bin berfa zêde de daxuyanî dan û destnîşan kirin ku dê beşdarî berxwedana dîrokî ya Rojava bibin. Ciwanan di daxuyaniyê de diyar kirin ku Rojava dîsa bûye armanca êrîşên dijmin û wiha gotin: “Parastina Rojava, parastina rûmet, şeref û nirxa hemû mirovahiyê ye. Gelê Rojava bi piştgiriya çar parçeyên Kurdistanê li dijî komên çeteyan berxwedaneke dirokî nîşan dan. Berxwedanek dîrokî nîşan da. Em careke din dibînin ku Rojava dibe hedefa erîşan. Komên êrişkar, bi alîkariya Tirkiyeyê û hêzên navdewletî êrîşî Rojava dikin. Êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê, êrîşa li ser hemû parçeyên Kurdistanê û hemû Kurdan e. Dîsa serkeftina Rojava, serkeftina hemû kurdan û Kurditanê ye. Parastina van nirxan, parastina hemû nirxan e. Ji bo parastina nirx û destkeftiyên kurdan em beşdarî têkoşîna Rojava dibin.   Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e.