Meclîsa Welatiyan a Başûr wê biçe Rojava 2026-01-20 11:17:42   SILÊMANIYE - Meclîsa Welatiyan a Başûr ku wê saet di 13:00 de li ber avahiya kampusa nû ya Zanîngeha Silêmaniyeyê li hev kom bibe, wê ber bi Rojava ve bi rê bikeve.   Meclîsa Welatiyan a Başûr ji bo piştgiriya bi Rojava re daxuyaniyek weşand.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê saet di 13:00 de li ber avahiya kampusa nû ya Zanîngeha Silêmaniyeyê li hev kom bibe û ber bi Rojava ve bi rê bikeve.   Di daxuyaniyê de bang li gelê Silêmaniyeyê û tevahiya Başûrê Kurdisatnê hate kirin ku xwe bi rêxistin bike û biçe Rojava.