Li Bakur dê sibe li gelek deveran meş bê lidarxistin 2026-01-19 19:05:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi armanca piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê dê li gelek navendan meş û daxuyanî pêk bên.   Li ser banga seferberiyê ya ji bo Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyê li Bakûr û Tirkiyê, dê sibê li gelek navendên cuda meş û daxuyanî werin pêkanîn. Meşên di pêşengiya saziyên civakî û partiyên siyasî de pêk tên, dê li Stanbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Wan, Riha û gelek deverên din werin domandin.   Bernameya çalakiyan a sibê wiha ye:   “Stenbol   *20’ê Çile roja sêşemê seat 19.30’an de li ber Balyozxaneya Sûriyê daxuyanî tê li darxistin.   *21ê Çile roja çarşemê li ber Lîseya Albay Şaîr a Sultangaziyê meş û daxuyanî tê lidarxistin.   *22yê Çile roja pêncşemê li Taxa Fatîhê ya Bagcilarê meş û daxuyanî tê li darxistin.   *24ê Çile roja şemiyê li Qada Aksarayê heta Saraçxaneyê meş tê li darxistin.   Wan   *20’ê Çile roja sêşemê li navenda Wanê meşek ji Sebze Halî heta Qada Bajar tê li darxistin.   Riha   *20’ê Çile li navçeya Wêranşarê ya Rihayê meş tê li darxistin.   Colemêrg   *20’ê Çile li Navçeya Geverê ya Colemêrgê dê meşek bê li darxistin.   Sêrt   *20’ê Çile roja sêşemê li Sêrtê meş tê li darxistin.   *20’ê Çile roja sêşemê li Edeneyê dê meş bê lidarxistin.   *20’ê Çile roja sêşemê dê li Enqere û Îzmîrê jî çalakî bên li darxistin.   Bedlîs   *20’ê Çile roja sêşemê li pêşiya avahiyê rêxistina DEM Partiyê meş were lidarxistin.”