Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişan meşiyan 2026-01-18 14:41:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran Şêniyên bajarê Qamişlo, li dijî êrişên qirkirinê yên çeteyên HTŞ'ê û dewleta Tirk daketin qadan û banga xwedî derketina ax û welatê xwe kirin.   Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin dirûşmeya` Bi rihê berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê em azadiya gelan misyoger bikin` li dijî êrişên qirkirinê yên çeteyên HTŞ'ê û dewleta Tirk daketin qadan. Gel ji Çerxerêya Sawameh heta çarxereya Efrîn meşiyan. Meş bi tevlîbûna hezaran şêniyên bajarê Qamişlo, saziyên Rêveberiya Xweser, sazî û Rêxistinên Jin pêkhat.   Piştî deqeyek rêzgirtin Berdevkê Hêza Ewlekariya Hundirîn Lewend Mihemed axivî: “Îro çeteyên cîhanê bi hemû hêza xwe, êrîşên hovane li ser qadên me pêk tînin û dixwazin ewlehî û aramiya me xerabikin. Lê em wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gel gelê xwe dirawestin û îsbat dikin ku em wekî çiyayekî mezin hemû komployên ku li ser me tên em ê bişkînin.”   ‘Pêwîst e em piştgirtiya hêza xwe bikin û hêza xwe xurt bikin’   Li ser navê Însiyatîfa Gel Şêro Şero axivî û wiha got: “Gelê bi rûmet, asayîşa me ya ewlekarî, hêzên me yên QSD`ê û civaka me ya Demokratîk îro li seranserî cîhanê dewletên desthilatdar hewil didin di cîhanê de nexşeriyên nû çêbikin. Divê em jî wek gel ji vê nexşeriyê re amade bin. Çete îro dixwazin Kurdan tûne bikin. Pêwîste em piştgirtiya hêza xwe bikin û hêza xwe xurt bikin.”