Rêveberiya Xweser seferberî îlan kir 2026-01-18 12:00:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, seferberî îlan kir.    Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, seferberî îlan kir.    Daxuyaniya Rêveberiya Xweser bi vî rengî ye:   “Komên girêdayî hikumeta demkî ya Şamê ku lihevkirin binpê kiriye, ji duh sibeha heya wiha ji gelek aliyan ve êrişî hêzên me dikin. Tevî hemû hewldanên dîtina çareseriyên aştiyane û daxuyaniya niyeta qenc a vekişîna ji hin herêmên, lê Şamê li ser şer û vebijêrka leşkerî bi israr e.   Li ser vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku amade be, rêgeza xweparastinê esas bigire, li dora hêzên xwe yên leşkerî kom bibe, bajarên xwe biparêze û tev li cenga parastina rûmetê bibe.   Armanc ji van êrişan têkbirina xwişk û biratiyê ye ku bi xwîna keç û xortan pêş ketiye. Di heman demê derxistina fitne û tundiyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye, her wiha bi armanca hedefkirina pêkhateyên resen ên Sûriyeyê û ferzkirina yekrengî li ser pêkhateyên din e.   Em li pêşberî qonaxeke werçexrê ne; an em ê li ber xwe bidin û bi rûmet bijîn, an jî dê hemû cûryên zulm û heqaretê li ser me werin kirin. Li ser vê yekê em seferberiya giştî radighînin û bang li gelê xwe dikin ku bersiva vê bangê bide û piştgiriyê bide HSD û YPJ'ê.   Di serî de ciwan em bang li hemû beşên gelê xwe dikin ku çek rakin, li hemberî êrişên muhtemel li ser herêmên Cizîrê û Kobanê bisekinin. Divê em bizanibin ku em li pêşberî şerê hebûnê ne. Ji bo em destkeftiyên şoreşa xwe û nasnameya xwe biparêzin, yek vebijêrk heye ew jî berxwedana gel e.   Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî êrişên nemerdane li dora hêzên xwe kom bibe, hevgirtî be û amade be.”