Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe diyarî Denîz Çiya kir 2026-01-15 15:13:43   AMED - Komeleya Jinan a Rosa, kongreya xwe ya 4'emîn a asayî diyarî Denîz Çiya kir. Denîz Çia li Şêxmeqsûdê li dijî çeteyên HTŞ'ê çalakiyeke fedaî kir û cenazeyê wê îşkence lê hat kirin.   Komeleya Jinan a Rosa 4'emîn kongreya xwe ya asayî li Hola Konferansê ya Elî Emîrî bi dirûşmeya "Bi jin jiyan azadiyê ber bi avakirina aştiyeke bi rûmet ve" li dar xist. Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevşaredarên navçeyan, rêxistinên parêzgeh û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM), Dayikên Aştiyê, KASED, Komeleya Piştgiriya Jinan (DAKAH-DER), Navenda Mafên Jinan a Baroya Amed, Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Meclîsa Jinan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amed (DTSO) û gelek rêxistinên din ên civaka sivîl beşdarî kongreyê bûn.   Kongre bi hilbijartina dîvanê dest pê kir, dû re pêşkêşiyek li ser çalakiyên komeleyê hat kirin. Di dawiya pêşkêşkirinê de, jinan dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin û çend deqeyan çepik lêxistin.   Li ser navê meclîsê, aktîvîsta TJA'yê Hulya Alokmen Uyanik axivî û got, "Em bi dengekî bilind li dijî îşkenceya ku di demên dawî de li Helebê li Şehîd Amara hatiye kirin, nerazîbûnê nîşan didin. Em kongreya îro ji bo Şehîd Amara diyarî dikin."   'Me têkoşîneke bênavber da'   Piştre, Suzan Îşbîlen, axivî û got, "Ez bi rêzdarî li ber gelên ku di bin pêşengiya têkoşîna jinên Kurd de li her çar beşên Kurdistanê dîrok nivîsandine, ditewînim. Ez komkujî û îşkenceya li ser laşên jinan li Rojava şermezar dikim. Em ê tu carî li hember vî sûcî bêdeng nemînin."   'Ronahîyek di nav tariyê de'   Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata jî diyar kir ku Komeleya Jinan a Rosa qadeke rêxistinî bû ku wekî ronahiyek di nav tariyê de xizmet dikir. Ayla Akat Ata got, "Ez dixwazim bibêjim ku hin hevalên me yên ku me di wê demê de bi wan re ev rê meşiyan, niha li sirgûnê ne û em li benda wê rojê ne ku ew ê li vir bi me re bin. Li Tirkiyeyê, şevekê hewldanek darbeyê bû sedema girtina hemî rêxistinên me yên jinan. Komeleya Jinan a Rosa, rêxistina me ya yekem piştî wê tarîtiyê, sîwana çavê me ye. Tiştê ku vê rêyê watedar dike, rastiya tevgera jinên Kurd e ku amade ye bedelên hîn mezintir bide. Îro, bi hev re bi hemî jinan re, me got, 'Em bêdeng nînin, em natirsin, û em îtaet nakin.' Îro, dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadi' li deverên cûda yên cîhanê kolan bi kolan deng vedide. Em bi evîn û rêzgirtinê hemî jinên ku wate dane vê dirûşmeyê û yên ku mîmarên wê bûn bi bîr tînin."   Piştî axaftinan, jinan bi çepikan dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadi" û "Şehîd namirin" berz kirin.   Piştî axaftinan, rêveberiya nû hate diyarkirin. Zeynep Sipçik bû Seroka Komeleya Jinan a Rosayê.   Temamiya navên rêveberiyê wiha ye: "Zeynep Sipçik, Esra Çîçek Mercan, Buşra Yenturk, Rozan Kahraman, Yasemîn Kaya, Hatîce Yakişir, Ayşegul Sayyigit, Ezgi Çîmen, Fatma Çelîk, Sîdar Duman Oner. Lîsteya Sereke ya Lijneya Kontrolê, Suzan Îşbilen, Seçîl Bozkuş, Rûşen Yakut, Rozerîn Tosun û Şîrîn Bayik."