Kongra Star ji bo 21’emîn salvegera avabûna xwe daxuyanî da 2026-01-15 14:40:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star di daxuyaniya damezrandina salvegera xwe ya 21’an de, biryardariya domandina têkoşînê nû kir diyar kir ku ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk û ne navendî dê hewldanên xwe zêde bikin û xebatên xwe bidomînin.   Kongra Star ku di 15’ Çileya 2005’an de ava bû, bi boneya salvegera damezrandina xwe ya 21’emîn daxuyaniyek weşand.   Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:   “Di serî de em vê rojê li mîmarê azadiyê Rêber Abdullah Ocalan, şehîdên nemir, gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî jinan pîroz dikin. Em di şexsê rêhevalên xwe Rihan, Yusra, Ciyan û şehîd Denîz û gelek şervanên me yên di nava van salan de şehîd bûne û hemû şehîdên Helebê, bi rêzdarî bi bîr tînin.”   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 21 salan de têkoşîna bi rûmet a jinan daye meşandin derdikeve pêş û di vê demê de têkoşîneke bêhempa hatiye meşandin. Hate diyarkirin ku tevî dorpêça pergala cîhadîst ferz dike û zextan jî jinan, li ser vê xakê destkeftiyên mezin bi dest xistine.   ‘Em li dijî mezhebgerî û zayendperestiyê têdikoşin’   Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Di sala 2005’an de di dema avakirina kongreyê de bi sedan jin hatin girtin, heta hatin qetilkirin. Îro em li ser bingeha wê demê dimeşin. Xebatên ku di bin zexta rejîmê de tên meşandin, zoriyên ku dema me ev rêxistin ava kir em rastî hatin, bingeha ku em îro lê nê ava kir. Wê demê li dijî nijadperestiyê em çawa têkoşiyabin, îro jî li ser heman bingehê li dijî mezhebgerî û zayendperestiyê em têdikoşin.”   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkoşîna Kongra Star, ji perspektîfa neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan derketiye û wiha hat gotin: “Kongra Star, îro li dijî komên çete yên DAIŞ, El Nusra, Heyet Tehrîr el- Şam têkoşîna xwe didomîne. Di heman demê de di nava çar salên dawî de li dijî dewleta Tirk têkoşîneke bêhempa raber kir.”   Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku Kongra Star ji bo astengkirina êrîşên li welat, mudaxeleyên di nava dewletan de û şerê psîkolojîk hewldaneke mezin raber kiriye û bi taybetî têkoşîna li dijî qirkirina fîzîk û psîkolojîk a li hemberî zarokan kiriye navenda xwe. Di vê çarçoveyê de komîteyên parastina zarokan ava kirine, ji bo pêşîlêgirtina êrîşên fîzîkî û psîkolojîk li dijî jinan kampanya, semîner, civîn û dewreyên perwerdeyê hatine lidarxistin.   Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku Kongra Star ji bo bi armanca rê li ber vekirina jiyane bi hevre di welatek demokratîk de, hedef dike ku bi hemû jinên Sûriyeyê re bi xebitin û hewldanên wan ên xwegihandina jinên derveyî Sûriyeyê bi rêya kenalên dîplomatîk di domînin.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Kongra Star, tevî bi cara rastî êrîşên qirkirinê hate lêgerîna xwe ya hilberandina çareseriyan domandiye û wiha hate gotin: “Xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêgeza me ya bingehîne. Divê çarçoveyê de bi hewldanên xwe yên hemwext ji bo gihandina felsefe û fikrê Ocalan ji bo hemû beşan xebat dide meşandin.”         ‘Îsal êrîşên dijî jinan giha asta herî jor’   Di daxuyaniyê de bal kişand ser komkujiyên li dijî netewan û wiha got: “Îsal bi taybet çeteyên Heyet Tahrir el- Şam bi desteka hêzên navnetewî û dewleta Tirk, li gel hatina ser desthilatê re, êrîşên li dijî gel bi taybet jinan giha asta wehşî ya herî jor. Zarok li ber çavê hemû dinyayê hatin qetilkirin, erkê me ewe ku em rastiyê bibînin, bi hişyar guh bidin û vê trajediyê raste rast îfade bikin.”   ‘Em li beramberî tiştên di qewimin bêdeng nabin’   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êrîş parçeyek ji komkujiyên ku ji aliya navenda dewletên kapîtalîst ve bi awayek fîzîkî, psîkolojîk û ruhî tê meşandine û got: “Li Helebê em tiştên ku gelê me jiyan kirine ji bîr nakin. Çawa duh me xwe li ber tiştên li herêmên Suweyda hatin jiyîn bêdeng nebûn, îro jî em li bermaberî sûcên ku li dijî sivîlan li Helebê hatine pêkanîn bêdeng nabin. Emê bi ruhê piştevaniyê li gel wanin.”   ‘Ji bo Sûriyeyek nenavendî emê bi hemû hêza xwe bi xebitin’   Kongra Star di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Ji niha şûnde emê li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan û ruhê şehîdan rêya xwe bidomînin. Tevî zîhnyeta ku tê xwestin ferz bike, ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk û nenavendî em ê bi hemû hêza xwe bi xebitin. Ji bo azadiya neteweya demokratîk ya gel û jinan emê têkoşîna xwe bilind bikin, di çarçoveya hedefa ku sedsala 21’an sedsala jinan e,  emê hewldanên xwe zêdetir bikin.”