Çalakiyên li Îranê di roja 19'an de dewam dikin 2026-01-15 12:45:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 19’an de berdewam dikin. Di êrişên hêzên rejîma Îranê yên li ser xwepêşanderan de, hat diyarkirin ku nêzî 3 hezar çalakvan hatine qetilkirin.   Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî  çalakiyan dest pê kirine. Tevî ku rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe, her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin. Li gorî dîmenên hatine belavkirin, di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hêzên ewlekariyê yên bi ser rejîma Îranê û artêşa pasdaran, ji bo rêgirtina li ciwanan her cure tundiyê bi kar tînin; gulebarankirin, bikaranîna gaza rondikrêj û bi îşkenceyê binçavkirin. Tê gotin ku çalakvanên birîndar dibin, ji tirsa girtinê newêrin serî li nexweşxaneyan bidin.   Zanîngeh ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve berdewam têne şopandin û zext li ser wan tê kirin û wekî yek ji navendên herî hesas ên nerazîbûnê têne hesibandin.   Di roja 19’an de rewşa xwepêşandanan   Xwepêşandanên gelên Îranê, li 617 navçe, 187 bajar û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Heta niha 55 zanîngeh beşdarî xwepêşandanan bûne.   Li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û li gelek bajarên Îranê, tevî astengiyên hêzên êrişkar ên rejîma Îranê, lidarxistina xwepêşandan, çalakî û nerazîbûnan berdewam dikin. Tevî vê yekê jî gelek hêzên ewlehiyê û artêşa pasdaran ji bajaran hatine derxistin û dikan, bazar û cihên giştî hatine girtin.   Her wiha, medyaya ser bi rejîma Îranê dîmenên gelek xwepêşanderan weşand ku neçar mane îtîraf bikin ku xwepêşandanan wekî serhildan bi nav kirine. Binçavkirin û girtinên rejîmê tenê bi xwepêşandan û kolanan ve sînordar nemane, bi dehan kes ji bo saziyên ewlekariyê hatine vexwendin.   Li gorî dîmenên li ser torên civakî hatine belavkirin, bi dehan malbatên ku ji bo teşhîskirina cenazeyan serdana navendan dikin, nerazîbûnên xwe nîşanî rayedaran dane.   Li gorî raporan diyare hêzên rejîma Îranê êrişên xwe yên li ser çalakvanan didomîne, herwiha bi dehan kes hatine revandin û binçavkirin.   Bîlançoya qetilkirin, girtin û birîndarbûnan   Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê, di nava 19 rojan de 18 hezar û 470 çalakvan hatine binçavkirin.   Herwiha li gorî heman çavkaniyê di encama êrişên hêzên Îranê de 2 hezar û 615 çalakvan hatine qetilkirin. Tê gotin ji vê hejmarê 12 kes dibin temenê 18 salî dene. Herwiha tê gotin ku heta niha 2 hezar û 45 çalakvan jî birîndar bûne.