‘Piştî 11’emîn pakêta darazê qirkirina jinan zêde bû’ 2026-01-15 09:03:25   Şehrîban Aslan   AMED - Parêzer Cansel Talay da zanîn ku 11’emîn Pakêta Darazê jiyana jin û zarokan dike xetereyê û wiha got: “Pakêta wek reform hat pêşkêşkirin di alî jin û zarokan de rîskên mezin dihewîne. Nûçeyên ku qirkirina jinan digirin naveroka xwe zêde bûn.”   Hikûmet di bin navê "reforma darazê" de 11’emîn Pakêta Darazê derxist. Pakêta Darazê krîzeke nû ya ewlehî derxist û mafê jiyanê yê jinan binpê kir. Bi pakêtê re kujer, kiryarên tundiyê û destdirêjiyê serbest hatin berdan. Pakêt di alî jinan de krîza ewlehî û jiyanê jî girantir dike. Okan Gur yê bi pakêtê ji girrîgehê derket Rojda Yakişikli qetil kir.   Kordînatora Komeleya Rewşa Jinê ya Piştevaniyê (DAKAHDER) parêzer Cansel Talay xetereyên ku pakêta darazê afirandiye vegot.   ‘Ev têgeh tên rewakirin’   Cansel Talay diyar kir ku 11’emîn Pakêta Darazê demek dirêje tê axaftin û ji aliyê jin, komeleyên jinan, aktîvîst, hiqûqnasên jin ve hatiye nirxandin. Cansel Talay wiha got: “Ev ji bo me ne tiştekî nû nirxandinek nû ye.Me rîskên wê li ber çavan girt û çareserî ragîhandin. Lê em dibînin ku tu rîsk li ber çavan nehatiye girtin. Divê li ser rejîma Înfaz û ceza ya li Tirkiyeyê bê fikirîn. Demek dirêje rejîma înfazê bi têgehên ‘başkirin, rehabîlîtasyon, bi civakê qezenckirin’ tê rewakirin. Lê em tespît dikin ku ser rastiyan tê girtin.”   ‘Rîskên mezin dihewîne’   Cansel Talay di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev ji mekanîzmayeke ku guherînê hedef dike dure. Ev pakêt jî wisa ye. Ji ber pergala cezayê bi xwe wisa ye.  11’emîn pakêta darazê  ji bo jin û zarokan rîskên mezin dihewîne. Ji ber pakêt piştî ket meriyetê qirkirina jinan li gelek bajaran zêde bû. Yek ji van bajaran jî Amed bû.”   ‘Di alî jinan de bêbaweriyê zêde dike’   Cansel Talay daxuyakirin ku sererastkirina bi aşkera efûyê esas digire û wiha dirêjî dayê: “Di alî jinan de bêbaweriya civakî zêde dike.Ev tablo naparêze. Ev edaleta ceza tenê gumanbar esas digire. Mafê jiyana mexdur davêje plana dawî û rîskên mezin dihewîne.Ev ne tenê jibo vê pakêtê ye. Ji vir şûnde jî nêrîneke divê di guherînên der barê rejîma înfaz û ceza de esas bê girtinê ye. Ya esas eve ku rîsk bên tespîtkirin û mekanîzma parastinê bê avakirinê ye.”   ‘Li ser milê saziyên civaka sivîl ma’   Cansel Talay anî ziman ku divê li teknîkên hiqûqê nenêrin û got: “Divê bi teknîka rejîma ceza û înfazê nêz bibin. Dema mirov ji perspektîfa mafê mirovan û femînîst dinêrin mirov vê newekheviyê dibînin. Mirov dikarin bibînin ku xwegîhandina edaletê zehmet dibe. Divê tundî bê tespîtkirin, mexdur bên parastin û li dijî gumanbar pêkanîn bi bandor hebin. Dema mijar dibe jin û zarok bepirsyarî giran dibin.Li Tirkiyeyê di vê mijarê de barê saziyên civaka sivîl giran dibe. Li bajarekî mezin yê wek Amedê hîna li navçeyan stargeh tune ne. Niha di mijara pêkanîna qanûna 6284’an de jî pirgirêkên mezin tên jiyîn.Piştî vekişîna Peymana Stenbolê zextên li sre jinan zêde bûn. Piştî tahliyeyan qetilkirinên jinan hatin jiyîn. Rojda Yakişikli ji aliyê Okan Gur yê hat tahliyekirin ve hat qetilkirin. Sedema vê jî eve ku dewlet yekser pêşiya gumanbaran vedike. Bi destê dewletê tundiya psîkolojîk tê domandin.”