Piştî erdjehejê 15 sal: Kes me nabîne 2026-01-15 09:02:01     Rozerîn Gultekîn-Buşra Turan   WAN - Tevî 15 sal di ser erdhejê re derbas bûye ji bo erdhejzedeyan çareserî nehatiye dîtin. Jinên di konteyniran de dimînin wiha gotin: “Dema dengan tê ji AKP’ê bigirin heta partiyan her kes tên ber deriyê me. Piştî wê kes li rewşa me napirse.”   Li Wanê di 23’ê cotmeha 2011’an de bi meznahiya 7.2 erdhej pêk hat û di erdhejê de 604 kesî jiyana we ji dest dan, 4 hezar û 152 kes birîndar bûn, bi hezaran kes bê mal man. Piştî erdhejê li hinek deveran konbajar û konteynir hatin avakirin. Lê tevî 15 sal derbas bûye jî hîna pirsgirêk nehatine çareserkirin. Li bajarê konteynir yê taxa Seyrantepe ya navçeya Tuşbayê mirov jiyana xwe di bin şertên zehmet de dijîn. Bajarê konteynir ji 120 konteynirî pêk tê.   Welatî di xaniyên biçûk, yên dilopan dikin û germ nabin de jiyana xwe didomînin.  Jinên li konteyniran dimînin der barê tiştên dijîn de ji ajansa me re axivîn.   ‘Dema dengan tên ber deriyên me’   Ayşe Polat da zanîn ku piştî erdhejê çûne konteyniran bi cih bûne û got: “14 sal e em jiyana xwe li vir didomînin. Tu alîkarî ji me re nehat kirin. Di alî aborî de em zehmetiyan dikşînin. Dema dengan ji AKP’ê bigirin heta partiyên din tên ber deriyê me û dibêjin em ê alîkariyê bidin. Piştre jî me ji bîr dikin. Em daxwaznameyê didin şaredariya mezin lê tu alîkarî nayê kirin. Yên torpîla wan heye alîkariyan digirin. Bi salane tu alîkarî nehatiye ber deriyê min.  Min serî li Îşkurê da. lê ji ber dîplomeya min ya sereteyî tune ye min nagirin. Hevjînê min nexweşe. Em kaxizan kom dikin. Hevjînê min seyafroşiyê dike. Em wisa debara xwe dikin. 3-4 mehan carê ancax 4 hezar TL pere tê mala min.”   ‘Kes nabêje hûn mirin an man’   Ayşe Polat daxuyakirin ku li bajarê konteyniran 85 mal hene û her kes mexduriyetê dijî û wiha domand: “Em li vir di rewşa nebaş de dijîn. Em bi sobeya ceyranê hundir germ dikin. Dema ceyran diçe em wisa dimînin. Av dikevin malê me. Bihok dikevin hundir. 5 zarokên min hene. Cihê zarokên min tune ku razên. Her 5 zarokên min jî diçin dibistanê. Lê ne xwarinek wan ne cil û bergên wan hene.Em ardê xwe jî bi deyn digirin. Em nikarin pereyê serwîsa dibistanê ya zaorkan bidin. Ji ber vê serwîs dibêjin em zarokan nabin. Mala me av dikevê em kartonan radixin.Ez zarokên xwe bê xwarin dişinim dibistanê. Kes nabêje hûn mirin an mane.”   Kamîle ya nexweşa pençeşêrê: Ez 5 hezarî bidim çi?   Kamîle Alaş jî ev tişt anî ziman: “Ez nexweşa pençeşêrê me. 10 sale li vir im. Jiyan zehmet û biha ye. Ji bo nexweşiya min ev der qet nebaşe. Min jî dixwest li cihekî din bijîm lê hêza min tune ye. Ez bi mûçeyên teqawît ya bavê xwe debarê dikim. 5 hezar digirim. Hevjînê min wefat kir. Tenê hatina min ev e. Ez vî pereyî bidim çi? Ji ber berfê riyên me hatine girtin. Em dixwazin berfa me bê paqijkirin. Tevî di ser erdhejê re sal derbas bû çaresreiyek tune ye.”   ‘Piştî qeyûman kesî em nedîtin’   Kader Erdogan jî destnîşan kir ku jiyana wan bi barîna berfê re hîn zehmet bûye û wiha anî ziman: “Ji ber berfa ber deriyên me nayên paqijkirin, dema zarokek nexweş dikeve ambulans nikare bê hundir.Divê ji bo me çareseriyek hebe. Ev 11 sale em li virin. Her tim dibêjin em avahiyan çêdikin. Lê tu tiştek tune ye. Xaniyên me biçûkin. Em ji neçarî li vir dimînin. Mirov nikarin li vir bijîm. Em dixwazin di xaniyekî normal de bijîn. Sîwane dilopan dike. Em hemû nexweş dikevin. Dema hilbijartinan her tim tên cem me. Piştî qeyûman tu tiştek nehat kirin.”