Li Helebê qirkirina Êzidiyan 2026-01-14 15:09:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrişên HTŞ'ê, hat ragihandin ku zêdetirî 5 hezar Êzidiyên li Helebê koçber bûne û ji gelekên jî agahî nayên girtin.    Ji ber êrişên ku HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê di 6'ê Çileyê de li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dane destpêkirin, bi deh hezaran kes neçar man ku malên xwe biterikînin. Di encama êrişên HTŞ'ê de, Kurd, Suryan û Êzidiyên ku li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê dijîn hatin kuştin, revandin û neçar man ku koçber bibin.    Ji ber pevçûnên dawî yên li Helebê, Kurdên Êzidî bi krîzeke mirovî û pirsgirêkek ewlehiyê ya giran re rû bi rû ne. Heta niha 5 Kurdên Êzidî hatine revandin û girtin û çarenûsa malbata Nebo ya Êzîdî ku 7 endamên wê hene, hîn jî ne diyar e.   5 Hezar Êzidîkoçber bun    Li gorî agahiyan, Hesen Neboyê Êzidî, dayik, hevjîna wî û çar zarokên wî ji roja Şemiyê ve winda ne û tevî hemû êrişan jî malbat ji Helebê derneketiye. Hat ragihandin ku 800 malbatên Êzidî ku nêzîkî 5 hezar kes in, ji ber êrişan berê xwe dane gundewarên Efrînê. Her wiha hat hînbûn ku HTŞ ku gefê li jiyana sivîlan dixwe, li Helebê Mala Êzidiyan talan kiriye.   Bang li sazîyên navneteweweyî kir    Serokê Mala Êzidiyan a Helebê Menaf Cafer, der barê bûyeran de ev daxuyanî da: "Jiyana kesên ku li navenda bajarê Helebê mane di xetereyeke mezin de ye. Malbatên windayan û saziyên Êzidiyan bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên mafên mirovan dikin ji bo diyarkirina aqûbeta malbata Hesen Nebo û berdana endamên Asayîşê yên girtî."