Îlham Ehmed: Şertê bingehîn ê diyalogê rawestandina êrîşan e 2026-01-13 21:52:16   NAVENDA NÛÇEYAN- Îlham Ehmed diyar kir ku êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê xeteriyek mezin li ser welat û herêmê çêkir û got Rêveberiya Xweser û hêzên wê bi vebijêrka diyalog û danûstandinê re ye. Îlham Ehmed anî ziman ku şerta esas a diyalogê rawestandina êrîşan e.   Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed anî ziman ku bûyerên li Sûriyeyê xeteriyek mezin li ser welat û herêmê çêdikin û wê destwerdanên derve zêde bibin û dibe ku careke din terorê derxin derveyî Sûriyeyê.   ‘Hikûmeta demkî bepirsê pêkneanîna peyama 10’ê Adarê ye’   Îlham Ehmed di civîneke çapemeniyê de da zanîn ku hikumeta demkî berpirsa mezin a nepêkanîna peymana 10ˊê Adarê ye.  Îlham Ehmed balkişand ser êrîşên li ser Helebê û da zanîn ku ew êriş bi şerê ragihandinê ya li dijî van taxan re dest pê kir, çeteyên hikumeta demkî bi dirêjahiya çend mehên berê êrişî her du taxan dikirin, vê jî krîzek çêkir. Îlham Ehmed wiha dirêjî dayê: “Wezareta Parastinê bi awayekî fermî operasyona leşkerî li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ragihandibû. QSDˊê li gorî peymana 1ˊê Nîsanê ji her du taxan vekişiyabû, lê hikumetê propoganda dikir ku QSDˊê li her du taxan heye. Ji lew re bi 80 tankî dest bi êrişeke tund kir. Di êrişan de nêzî 48 kesan jiyana xwe ji dest da û 118 birîndar bûn û hîna çarenûsa bi dehan ne diyar e.”   ‘Sûcên hovane li Helebê hatin kirin’   Îlham Ehmed di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Çeteyên ku sûcên hovane li Helebê kirine ji DAIŞˊê, Îgor, komên Tirkiyeyê û çeteyên biyanî bûn. Van hemû çeteyan êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Yek ji ji şertên rakirina cezayên Amerîkayê û biyanî li ser Sûriyeyê parastina pêkhateyan û dûrxistina biyaniyan bû, lê hikumetê heta niha berovajî wê kiriye, êrişî Elewiyan, Durzî, Xiristiyan kir, niha jî êrişî Kurdan dike.”   Îlham bang li hikumeta Amerîkayê kir ku helwesta xwe ji bo hikumeta demkî ya ku komkujiyan li dijî Kurdan pêk tîne zelal bike. Di dawiyê de Îlham Ehmed got ew bi diyalog û danûstandinan re ne, lê şert e êriş werin rawestandin, Kurdên li Heleb û Efrînê werin parastin.