Meclisa Jinan a PYD`ê: Bêdengî tê wateya tevkariyê 2026-01-13 15:40:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a PYD’ê  derbarê êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Qamîşlo, Çilaxa, Dirbêsiyê û Til Birakê daxuyaniyek hevpr weşand.   Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê êrîş, komkujî û koçberkirina gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji aliyê çeteyên HTŞ'ê ve li Qamîşlo, Çilaxa, Dirbêsiyê û Til Birakê daxuyaniyek hevpar weşand.bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên li Şêxmaqsûd û Eşrefiyê hatine kirin, şeremzar kir û diyar kir ku bêdengî tevkariya sûc e.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li diîj gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê komkujî û binpêkirinên giran hatin kirin û hate gotin: "Bi rêya dorpêçkirin û êrişên rasterast ên li dijî sivîlan armanc dikirin ku îradeya gelê van taxan bişikînin."   Hat bibîrxistin ku di encama van êrişan de jin û zarok jî di nav de, şehîd û birîndar çêbûn, gelek kes hatin girtin û revandin û bi darê zorê û bi awayekî hovane ji malên xwe hatin koçberkirin.   Berdewama daxuyaniyê wiha ye, "Pêkanîna sîstematîk a tawanên şer li dijî sivîlan û şervanan, bi taybetî şervanên jin pêk dihate. Ev yek li ber çavên hemû cîhanê hate kirin û hovantiya çeteyan hate eşkerekirin. Weke hate xuyankirin ku teşwîq û piştgiriya dewleta Tirk ya dagirker e û bêdengiyeke navneteweyî ya gumanbar tê wateya lihevkirinê.Hate diyarkirin ku ji bilî komkujî û binpêkirinên meydanî, şerekî taybet ê sîstematîk tê kirin ku hişyariya civakê dike armanc, ji bo parçekirina refên navxweyî û teşwîqkirina gel li dijî hêzên xwe hewl didin baweriya gel û hêzên wan ên ku wan diparêzin têk bibin, aramiya civakî bêîstîkrar bikin."   Di dawiya daxuyaniyan de êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin û berxwedana gel û îradeya wan a li hemberî wan êrişan hat silavkirin. Her wiha banga hesabpirsînê ji berpirsên êriş û sûcên li taxên Helebê hatine kirin, hate kirin.