Dîroka Mîtînga Hêvî û Azadiyê diyar bû 2026-01-13 13:33:36   AMED - Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê ji nû ve biryar girt ku mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku di 4ê Çile de ji ber şert û mercên hewayê hate taloqkirin, dê di 25ê Çileyê de li Qada Îstasyonê bê lidarxistin.   Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê ji bo eşkerekirina dîroka mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku ji ber şert û mercên zivistanê hatibû taloqkirin, li Çand Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên DEM Partiyê, DBPê, hevşaredarên DEM partiyê yên li Amedê, aktîvîstên TJAyê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li civînê bûn.   Diviyabû mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ji bo daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4ê Çile de li Qada Îstasyonê bihata lidarxistin, lê Platforma Saziyên Demokratîk ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê mitîng taloq kiribû.   Platform îro carek din li hev civiya û biryar lidarxistina mitîngê girt. Platformê ragihand ku mitîng dê 25'ê Çile li Qada Îstasyonê bê lidarxistin.