Hevseroka Heyva Sor a Kurd: Bêdengî bû sedema komkujiyê 2026-01-13 09:02:25     Derya Ren    RIHA –Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdula, diyar kir ku ji 110 birîndarên ku ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê hatine tehliyekirin, du kes mirine û dermankirina birîndarên mayî jî berdewam dike.   Li aliyekî êrîşên  di 6'ê Çile de ji aliyê çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê hatine destpêkirin berdewam dikin, li aliyekî jî bi peymana agirbestê ya ku bi navbeynkariya navneteweyî hatiye kirin sivîl ji taxan tên tahliyekirin, bi taybetî birîndar tên tahliyekirin. Kesên ku hatine tehliyekirin ber bi deverên ewle yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve têne şandin, di heman demê de dermankirina birîndaran jî berdewam dike.   '110 Birîndar ji aliyê Heyva Sor ve Hatin Pêşwazîkirin'   Hediye Abdula diyar kir ku 110 birîndarên ku ji Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatine derxistin û anîne Derhafîrayê ji aliyê Heyva Sor ve hatine pêşwazîkirin û got ku du ji birîndaran mirine. Hediye Abdula got, "Me birîndar li nexweşxaneyên Tebqa, Reqa û Hesekê bi cih kirin. Nêzîkî 600-700 sivîl ku tê texmînkirin  70 malbat in, niha di bin çavdêriya me de ne."   'Me hewl da ku bi Xaça Sor û Heyva Sor re têkilî daynin'   Hediye Abdula destnîşan kir ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê du tîmên wan hene û got, "Her du tîmên me ji bo dabînkirina lênêrîna tenduristiyê têkoşiyan. Tevî kêmbûna çavkaniyan jî hewl didin ku tişta pêwist bikin. Ev 5 mehên dorpêçkirina van taxan bandor li me jî kir. Bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî bû sedema êrîşa li ser nexweşxaneyê. Me hewl da ku bi Xaça Sor û Heyva Sor a Ereb re ku di qada navneteweyî de kar dikin, têkilî daynin. Me daxwaz kir ku ji bo gihîştina birîndaran korîdorek were vekirin. Lê rê nehatin vekirin."   'Em hewl didin ku pêdiviyên wan bicîh bînin'   Hediye Abdula diyar kir ku dermankirina birîndaran niha berdewam dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bilî birîndaran, em hewl didin ku pêdiviyên mirovên ku ji her du taxan hatine tehliyekirin bicîh bînin. Em careke din komkujiyê şermezar dikin. Wekî Heyva Sor a Kurd, em ê xebata xwe ya ku ji sala 2012-an vir ve dikin, berdewam bikin. Em ê hewl bidin ku pêdiviyên bingehîn ên gelê xwe bi cîh bînin.""   ‘110 yaralı Heyva Sor tarafından karşılandı’   Şêxmeqsûd ve Eşrefiyê’den çıkarılan ve Derhafira getirilen 110 yaralının Heyva Sor tarafından karşılandığını belirten Hediye Abdula, yaralılardan ikisinin yaşamını yitirdiğini belirtti. Hediye Abdula, “Yaralıları Tebqa, Reqa ve Hesekê’de bulunan hastanelere yerleştirdik. Yaklaşık 600-700 kişiden oluşan siviller, tahminen 70 aile şuan bizim denetimimizde” dedi.