Li Îranê xwepêşendan didom in 2026-01-04 20:55:57   NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakî û xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di saetên şevê de jî dewam kir. Li Merîwanê kesek hate binçavkirin.   Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her diçe berfireh dibe û di saetên şeve de jî dewam kir. Di nava rojê de gelek cihan dikan nehatin vekirin. Di saetên êvarî de hêzên rejîma Îranê li Merîwanê welatiyê bi navê Umêd Rawend binçav kir. Hate ragihandin ku Umêd Rawend li Qada Serbaz hate revandin û birine ciheke nediyar. Heta niha ti agahî li ser aqûbeta wî nîne.   Li aliyê din li bajarê Şîraz, Yasûc û Abadî şer û aloziyên xurt pêk hatin. Li Meşhed û Şêraz, navçeya Saman ya Parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî çalakiyên girseyî pêk hatin. Niha jî welatiyên bajarê Kirmanşan û Îlan daketine ser rê û agir dadane.Heta niha daneyên qetilkirin û birîndarên di çalakiyan de nehatine ragihandin.