Di berxwedana Îranê de 40 jin hatin binçavkirin 2026-01-04 17:23:14   NAVENDA NÛÇEYAN-Di protestoyên li Îranê didomin de 40 jin hatin binçavkirin.   Di protestoyên li Îran û Rojhilat didomin de jin pêşengiyê dikin. Malpera înternetê ya bi navê Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî der barê rewşa dawî û jinan de agahî dan.   Li gorî agahiyên wan 80 çalakvan ji herêma îzeh ya bakurê Rojhilatê Eyaleta Huzîstan hatine binçavkirin û birine girtîgeha Ahwaz. Hat diyarkirin ku ji van 40 heb jin in.