Fermandarên QSD’ê li Şamê ne 2026-01-04 14:13:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarên QSD’ê mijara entegrasyona leşkerî bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re nîqaş dikin.   Çavkaniyê leşkerî dane zanîn ku şandeyeke QSD’ê îro çû Şamê da ku dan û standinên bi mijara entegrasyona leşkerî bi hikumeta veguhêz re bidomîne.   Li gorî agahiyan, şande ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, endamên Fermandariya Giştî  ya QSD’ê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo pêk tê.   Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku şande di van kêliyan de entegrasyona leşkerî bi berpirsên hikumeta veguhêz re nîqaş dike.   Hate diyarkirin ku ji fermandarên operasyona ’’Inherent Resolve’’ Kevin J. Lambert jî beşdarî civînê bûye.   QSD’ê di 29’ê Kanûna 2025’an de ragihandibû ku serdana şandeyê ya li Şamê ji ber pirsgirêkên teknîkî hatiye taloqkirin û diyar kiribû ku dê di demeke pêş de biçe.