‘Berpirsê komkujiya Dîlovasi dewlet e’ 2025-12-31 09:03:33   Devrîm Findik   KOCAELÎ - Parêzerên dosyayê diyar kirin ku îdianameya der barê doza şewata li Dîlovasi hatiye vekirin kêm e û got divê berpirsên esas tevli dosyayê bên kirin. Xwişka Şengul Yilmaz ya di şewatê de jiyana xwe ji dest da, Emîne Bulut da zanîn ku berpirsê esas yê komkujiyê dewlet e û daxwaza edaletê kir.   Li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê di fabrîqeya Ravîve Kozmetîkê de şewat derketibû û sê jê zarok 7 kes hatibûn qetilkirin. Di îdianameya ji aliyê serdozgeriya komarê ya Gebzeyê ve hatibû amadekirinde, yek peywirdarekê cemaewrî wek îsnada sûc cih negirt, yê ji bûyerê zirar dîtiye jî Saziya ewlehiya Civakî (SGK) hat nÎşandan. Parêzerên malbatên Komkujiya Dîloava, xwişka Şengul Yilmaz a di şewatê de jiyana xwe ji dest da, Emîne Bulut û Turkan Akin ya berê fabrîqeyê derketibû der barê mijarê de axivÎn.   ‘Bila berpirs tevli dosyayê bên kirin’   Parêzerên Malbatên  Komkujiya Dîlovasi diyar kirin ku rayedarên şîrketê Alî Altay Onursal Îsmaîl Onursal, xalê wan Alî Osman Akat û yên alîkarî dane wan bi daxwaza cezakirinê îdianameya wan hatiye amadekirin û gotin bi gelek kêmasiyan îdianame hatiye amadekirin.   Parêzerên dosyayê diyar kirin ku bi daxwaza cezakirinê amadekirina îdianameyê başe û wihagot: “Lê mixabin SGK di îdianameyê de wek sifata ji sûc zirar dîtiye tevli dosyayê hatiye kirin. Ev jî di alî dairzandina peywirdarên cemawerî de fikarên me zêde dike. Lêpirsîneke der barê peywirdarên cemawerî de hatiye vekirin lê hîna em naveroka wê nizanin. Lê ji bo berpirsên esas tevli dosyayê bên kirin û darizandin wê têkoşîna me bidome. 3-5 memur tên darizandin lê wezîr, şaredar hîna peywira xwe didomînin.”   ‘Me gilî dikir lê kontrol tunebû’   Turkan Akin da zanîn ku sê salan di fabrîqeya Ravîve Kozmetîk de xebitiye û wiha got: “Kesên jiyana xwe ji dest dan nas dikim.Rewşa aborî ya Esmayê nebaş bû. Ji ber ev kargerî nêzî mala wê bû li vê kargeriyê dixebitî. 3 kurê wê hebûn. Nîvro bîhndanan de diçû kontrol dikir, sobeya wan pêdixist, dihat. Rewşa Cansuyê jî nebaş bû. Dema dihat kar 14 salî bû. Heta navberekê derket dîsa hat. Temenê Tubayê jî biçûk bû. 16 salî hat kar. Bavê Nîsayê nexweşê pençeşêrê bû. Temenê wê jî biçûk bû. Temenê Şengulê mezin bû. Li cihekî din nedixebitî. Li fabrîqeyê ji bilî 4-5 kesan wêdetir sîgorteya kesî tunebû. Bê sendîka dixebitin. Tu ewlehî tunebû. Kabloyên atolyeyê jî li holê bûn. Yên nedixwestin bixebitin tehdî dikirin digotin em we ji kar derdixin. Berpirsên komkujiyê dewete. Ji ber me her tim gilî dikir lê kesî kontrol nedikir.”   Li gorî kesan sîgorte   Xwişka Şengul Yilmaz, Emîne Bulut jî wiha got: “Di 1967’an de em ji bo xebatê hatin Dîlovasi. Kargeriyên Dîlovasi mirov bê sîgorte didan xebitandin.Xwişka min Şengul sê sal û nîv bû li Kozmetîk Ravîve bê sîgorte dixebitî.  Ez jî mehek û nîvê li wir xebitîm. Karkerên jin bê sîgorte bû. Niya tenê Gulhan Bendî wek sîgorteyî xuya dike. Ya 4-5 jinên din jî hebû. Mûçeyê wan baş bû. Xwişka min bi 700-800 TL dixebitî. Jinên ciwan bi 400-500 TL bêyî sîgorte dixebitîn.”   ‘Dema mirin jî westandî bûn’   Emîne Bulut wiha dirêjî dayê: “Karkerên hatin qetilkirin bê sîgorte bûn. Jina bi navê Gulhan hevdîtina ewil bi jinan re dikir. Jinan dikairn hewcedariya min heye û deynên min heye, patronan ev bikar dianî û karker binpê dikirin. Tu ewlehiya karkeran tunebû. Jinên herî zêde mesaî dikirin mûçeyê wan 19 hezar bû. Ji 8’an êvarê heta 11’an dixebitîn. Mehek beriya şewatê ful mesayî dikirin. Her tim westandî bûn. Ji ber kargerî nêzî mala wan bû jin diçûn wir dixebitin.”   ‘Berpirsê komkujiyê delwet e’   Emîne Bulut banga edaletê kir û wiha got: “Bila kujer cezayên xwe bikşînin. Em der barê  berpirsan de gilî dikin. Kesên ji kar hatine durxistin divê tevli dozê bên kirin. Berpirsê komkujiyê dewlete. Kontrola wê nekirin. Peywirdarên cemawerî berpirsin. SSK, Îşkur û patron berprsin. Em dixwazin berpris cezayên xwe bikşînin û edalet pêk bê.”