Jinan ji bo mîtîngê bang kirin: Serokatî azad bibe wê Tirkiye azad bibe 2025-12-31 09:02:18   Elfazî Toral   STENBOL - Jinan ji bo mîtînga ‘Hêvî û azadiyê’ ya ku wê 4’ê Çileyê de bi pêşengiya DEKUP’ê li Amedê pêk bê bang kirin û wiha gotin: “Azadî ji bo her kesî derbasdar e. Serokatî azad bibe wê Tirkiye jî azad bibe.”   Di 4’ê Çileyê de ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve li Amedê wê mîtînga "Hêvî û azadiyê" pêk bê. Ne tenê ji Kurdistanê tê payîn ku ji her bajarê Tirkiyeyê gelek kes tevli mîtîngê bibin. Mîtîng wê di 4’ê Çileyê de li Qada Îstasyonê saet di 13.00’ê de pêk bê. Xebatên ji bo mîtîngê didomin. Tê payîn ku Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş, hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, hevserokê giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata û siyasetmedar Leyla Zana di mîtîngê de biaxivin.   'Em bi dewletê bawer nakin'   Dayika Aştiyê Emîne Erbek balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û da zanîn ku divê gelên bindest bibin yek û divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê. Emîne Erbek wiha anî ziman: “Bêyî berxwedanê serokatiya me azad nabe. Divê her kes dengê xwe bilind bike. Divê demildest azadiya fîzîkî ya serokatiyê pêk bê. Serokê me bi salan e girtiye. Kesên azadiyê dixwazin divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin. Di alî gelê Kurd de hêviya me heye. Lê hêviya me bi dewletê tuneye. Baweriya me pê tuneye.”   Emîne Erbek balkişand ser mîtînga ku wê 4’ê Çileyê de li Amedê pêk bê û wiha vegot: “Mîtîng ji bo jiyanek azad û wekhev e. Divê her kes tevli mîtîngê bibin. Ger ku em behsa aştiyê bikin divê em gavên şênber bavêjin. Em bê serokatiya xwe jiyanê naxwazin. Serokatiya me azad bibe em ê jî azad bibin.”   ‘Azadî ji bo her kesî pêwist e’   Dayika Aştiyê Cemîle Çîftçî jî wiha anî ziman: “Em azadiya fîzîkî ya serokatiya xwe dixwazin. Divê serokê me bê meclîsê û li wir biaxive. Ew azad nebe kes azad nabe. Me gav avêt niha dora dewletê ye. Azadî ji bo her kesî pêwist e. Azadî ji bo aştî, wekhevî û demokrasiyê girîng e. Divê her kes tevli mîtîgê bibin. Em ê ji bo serokatiya xwe li qadan bin.”   Ji bo mîtîngê bang   Endama meclîsa DEM Partiyê Gonca Yangoz: “Derfetên çareseriyê hêviyên mezin ji bo azadiyê diafirînin. Serkeftina pêvajiyê yekane riya ku gel bigihêje azadiya xwe ye. Ji bo aştî û azadiyê divê hemû gelê me tevli mîtînga 4’ê Çileyê ya li Amedê pêk tê bibin.”