Îranê ceza li aktivîsta xwendekaran Motahhare Guneî birî 2025-12-17 12:33:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya berê û aktivîsta xwendekaran Motahhare Guneî ku bi sûcdariya ‘Paropagandaya dijî rejîmê’ û ‘Heqareta li Hamaney’ cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, ji bo pêkanîna cezayê hat gazîkirin.   Aktivîsta xwendekaran û girtiya siyasî ya berê Motahhare Guneî, bi daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal de, ragihand ku ji bo înfaza cezayê salekê yê girtîgehê bangî hatiye kirin.   Li gorî tablîgatê, divê di nava 5 rojan de ji bo înfaza cezayê xwe radestî girtîgehê bibe. Motahhare Guneî berê jî ji aliyê Şaxa 29’an a Dadgeha Şoreşa Tahranê ve bi sûcdariya ‘propagandaya dijî rejîmê’ û ‘heqareta li Hamaney’ 21 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, piştî vê biryarê ji aliyê Dadgeha Îstinafê ve hate êrêkirin.   Li aliyê din Motahhare Guneî hemwext didema, destpêkirina şerê di navbera Komara Îslama Îranê û Îsraîlê de, ji aliyê hêzên Wezareta Îstixbaratê ve hatibû binçavkirin û piştî mehekê bi kefaleta demkî hatibû berdan.   Motahhare Guneî di dema şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hate binçavkirin û demekê di girtîgehê de bû. Motahhare Guneî, piştî hate berdan ji zanîngeha hate avêtin.