‘Qanûna avhewayê ne xwezayê, sermayeyê diparêze’ 2025-12-12 09:09:13   Buşra Turan   WAN - Endama Eko-Der Ayşe Ergun diyar kir ku qanûna avhewayê ne xwezayê sermayeyê diparêze û wiha got: “Heta polîtîkayên hiyerarşîk yên li ser xwezayê ranebin, pêvajoyê aştiyê wê negihêje serkeftinê. Li cihê xweza ne azad be, wateya azadiya mirovan jî tuneye. Ger em behsa aştiyekê bikin ev ji azadbûna weza Kurdistanê derbas dibe.”   Qanûna Avhewayê di meha Tîrmehê de di Lijneya Giştî ya Meclîsê de hat qebûlkirin û bû qanûn. Polîtîkayên binpêkirinê ya der barê çavkaniyên xwezayê de ne tenê axê jiyana hemû kesî tehdît dike. Her çiqas qanûna avhewayê bêje hawirdorê diparêze jî rêxistinên ekolojiyê û aktîvîst diyar dikin ku ji parastinê wêdetir, hewcedariyên sermayeyê esas digirin.   Endama Komeleya Ekolojiyê ya Wanê (Eko-Der) Ayşe Ergun der barê mijarê de axivî.   ‘Qanûnek ku sermayeyê esas digire’   Ayşe Ergun da zanîn sererastkirina di qanûna avhewayê de cih digire guherînekê esas nagire û got: “Bi taybet bazirganiya ji ser hewa, karbon û xwezayê giran dike. Qanûna avhewayê ji 18 xalan pêk tê. Di xala ewil de mijara kêmkirina emîsyon gaza serayê, kêmkirina bandora guherîna avhewayê bi ETS’ê re yanî bi pergala bazirganiya emîsyonê tê avakirin. Yek ji xala din a balê dikşîne jî bazirganîkirina hewayê ye. Ya din jî ‘Mezinbûna kesk’  heye. Em dikarin vê wek qanûneke ku hinekê din sermayê esas digire bigirin dest. Mezinbûna Kesk rewşek têkildarî rêvebirina çavkaniyên enerjiyê ye.”   Ayşe Ergun got qanûna avheweyê projeyên maden û enerjiyê yên bê kontrol hêsan dike û pêvajo ne demokratîk dimeşe. Ayşe Ergun da zanîn ku bi qanûnê re raporên ÇED’ê yên der barê HES’an de tên girtin û qanûn, qanûneke ji demokrasiyê dûr e.”   Li Kurdistanê eko-qirkirin   Ayşe Ergun diyar kir ku polîtîkayên qirkirina ekolojiyê li Kurdistanê hîn bêtir tên dîtin û divê sererastkirinên heyî bi giştî ji ber çavan bê derbaskirin û got: “Divê ev polîtîka ji holê bên rakirin. Ne dereng e. Dikare xebat, panel bên kirin. Di esasa têkoşîna ekolojiyê ya civakî de azadiya jinê û azadiya wezayê heye. Em têkoşîna ekolojiyê didin. Azadbûna jinê azadiya xwezayê ye. Azadî ne tenê ji bo mirovan e. Ji bo sewalan e hemû zindiyan û xwezayê ye. Heta ku polîtîkayên hiyerarşîk ên li ser xwezayê ranebin ne pêkan e aştî jî pêk bê. Li cihê azadiya xwezayê tune be wateya azadiya mirovan jî tuneye.”