Li Amedê Navenda Jiyana Bêgluten hate vekirin 2025-11-27 15:36:34   AMED - Şaredariya Peyasê li Taxa Firatê ji bo kesên nikarin xurekên bigluten bixwin, Navenda Jiyanê ya Bêgluten vekir.   Şaredariya Peyasê li Taxa Firatê ya girêdayê navçeya Peyas a Amedê ji bo kesên nikarin xurekên biglûten bixwin, Navenda Jiyanê ya Bêgluten bi merasîmekê vekir. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Hevşaredarên Peyasê, rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û, welatî tev li merasîmê bûn. Hevşaredarên Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar bi tirkî Hevşaredar Cengîz Dundar jî bi Kurmancî axivî.   ‘Li Amedê nêzî 12 hezar nexweşên çolyakê hene’   Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar anî ziman ku ev nêzikî 6 meh in ew li ser vê projeyê dixebitin û wiha got: “Em zanin kî bêglutenî tiştekî girîng e. Yên ku vê nexweşiyê dikişînin nedizanin, çolyak nexweşiyek e. Li Amedê 10-12 hezar mirov derdê vê nexweşiyê dikişînin. Rol û mîsyona me jî ew e ku em jî ji bo pêdiviyên welatiyan projeyên çêkin.   Serokê Komeleya Çolyakê Ekrem Varli jî bi Tirkî axaftineke kurt kir û ji bo nexweşên çolyakê bal kişand ser girîngiya navendên bêgluten. Piştî axaftinan kurdeleyê Navenda Jiyanê ya Bêgluten hatin birîn û xwarinên bêgluten yên hatine amadekirin hatin peşkeşkirin.