Li Agiriyê ‘Jin Park’ hat vekirin 2025-11-19 18:18:23   AGIRÎ - Şaredariya Agiriyê bi armanca ku welatî xwe bigihînin qadên civakî yên bi ewle  ‘Jin Park’ vekir.   Midûriyeta Park û Bahçeyan a Şaredariya Agiriyê bi armanca ku welatî bikaribin qadên bi ewle yên civakî ‘Jin Park’ vekir.  Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras, cigirên hevşaredar, hevşaredara Giyadînê Hayat Zorbay, rêveberiya DEM Partî û DBP’ê yên Agiriyê, encamên meclîsa şaredariyê û gelek welatî tevli bûn.   Hazal Aras di vekirinê de axivî û kêfxweşiya xwe anî ziman. Hazal Aras ji bo kesên ku ked dane û hemû hevalên xwe yên ekîbê û welatiyan sipasiyên xwe kir.