Bi hezaran kes serdana şîna Bêrîvan Kutlu kir 2025-11-19 16:42:53   ŞIRNEX - Bi hezaran hezkirî û welatî diherikin şîna siyasetmedar û aktîvîsta TJA'yê Berîvan Kutlu ya li Silopiyê û Rojava hatiye danîn.   Ji bo Siyasetmedar û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Berîvan Kutlu li taxa Yenîşehîrê ya navçeya Silopiyê ya Şirnex û Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî tên qebûlkirin. Hezaran jin, hezkirî û welatî ji bo sersaxiyê diherikin cihê şînê.    Rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên Şirnex, Mêrdîn, Amed û Dêrsimê ku li taxa Yenîşehîrê kom bûne heya konê sersaxiyê ku wêneyên Berîvan Kutlu lê hatiye danîn bi dirûşmên, "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin" meşiyan.    Li vir Parlementera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan sersaxî ji malbata Berîvan Kutlu û Gelê Kurd re xwest. Parlementer Newroz Uysal Aslan diyar kir ku rêhevala wan Berîvan Kutlu her tim ji bo têkoşîna azadiya jinê û têkoşîna azadiya Gelê Kurd xebat dikir û berxwedanek gelek mezin da.    Newroz Uysal Aslan, herî dawî da zanîn ku ew dê her tim ji bo xeyal û armancên Berîvan Kutlu têbikoşin.   Ji bilî rêxistinên siyasî bi hezaran jin û welatî kom bi kom serdana şîna Berîvan Kutlu ya li Silopya hatiye danîn dikin.   Li Rojava jî konê sersaxî hat danîn    Rêhevalên Berîvan Kutlu li rojavayê Kurdistanê jî konê sersaxiyê danîne û bi hezaran welatiyên rojavayê Kurdistanê jî ji bo sersaxiyê diçin şînê