‘Li dijî tundiya dewlet mêr çareserî rêxistinbûn û parastina cewheriye’ 2025-11-15 09:03:30   Elfazî Toral   STENBOL - Endama Komeleya Dema Jinan Şukran Demîr, diyar kir ku tundiya mêr dewletê ya li hember jinan bûye pergaleke civakî û got: “Riya çarseriya tundiyê xurtbûna parastina cewherî û rêxistibûnê ye.”   Tundiya li ser jinan ne tenê pirsgirêkek şexsî ye; ji polîtîkayên dewletê heta şertên aboriyê,berhema perlgaleke ku heta şertên aborî diçe ye. Jin diyar dikin ku şikandina tundiyê ji mezinkirina parastinê, serxwebûna aboriyê û piştevaniya civakî derbas dibe.   Endama Komeleya Dema Jinan Şukran Demîr der barê riyên çareseriyê yên li dijî tundiya mêr dewletê axivî.   Şukran Demîr da zanîn ku tundî rewşa bicihbûna  li zîhniyet û têkiliyane û wiha vegot: “Teşeyê ewil yê tundiyê qada desthilatdariyê ya mêr li hember jinan pêş xistiye.Dewlet, malbat, aborî, ol, pergala perwerdê ya mêrperest  tundiyê mezin dikin, xurt dikin. Zîhniyeta serdest ya mêr dibin alavên ku ji nû ve hildiberînin. Ji ber vê jî tundî ji şexsî wêdetir bûye pergalek. Tundiya li ser jinan jinan hepsî malê dike, ji hilberînê qut dike û bi mal û mêr ve girê dide. Qadên jinan tên sînorkirin. Polîtîkayên ku pêşî li tundiyê digirin pêk nayên. Em şahidiya vê dikin. Dewlet û zîhniyeta mêr gumanbaran diparêzin.  Divê li dijî van têkoşîn bê dayîn û ev bên guhertin.”   Girîngiya serxwebûna aboriyê   Şukran Demîr balkişand ser girîngiya parastina cewherî û bi lêv kir ku divê li her qadê parastina cewherî bê pêşxistin û wiha bi lêv kir: “Jin li dijî tundiyê li her qadê têkoşîna xwe didin. Tundî tiştekî pergalkî ye. Jin di hişmendiya tundiyê de ne û li dijî vê rêbazên têkoşînê pêş dixînin. Li dijî tundiyê qanûn qels in. Hêzên ewlehiyê, dadgeh an jî zimanê çapemeniyê tundiyê rêxistin dike.Di alî aborÎ de azadiya jinan tune ye. Jin di alî aborî de bi gelek pirsgirêkan re tên rû hev.”   ‘Divê her kes têbikoşe’   Şukran Demîr di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê di mijara tundfiyê de kalibên rol bên lêpirsînkirin û wiha dawî lê anî: “Perwerdehî di vî alî de gelek girînge. Dikare gelek rê û rêbaz bên pêşxistin. Vê tenê komele û rêxistinên jinan nikarin bikin. Ji ber tundiyê bandor li her qada jiyanê kiriye. Divê têkoşîneke yekbûyî li dijî vê  bê dayîn.Em bang li hemû jinan dikin ku 25’ê Mijdarê li Taksîm Tunelê dengê xwe bilind bikin.”