ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN 2025-11-14 09:00:00     * "Sosyalîstbûn, ji bo sosyalîstbûnê têkoşîn dayîn û ji bo şaregeriyê biryardayîn çalakiyeke bi asayiye. Mijar ne tenê bi biryardayînê diqede. Divê ferzên wê bên cih û ji bo vê jî texrîbatên desthilatdariyê ji holê bên rakirin. Şerta ewil a vê jî eve ku mirov şoreşê bixwe re ava bikin û li gorî pîvana sosyalîstbûnê xwe ji nûve biafirînin." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Piştî tundî, destdirêjî û îstîsmarê pêvajoya darazê ji bo jinên mexdur travmayek nû ava dike. Dîlan Yilmaz der barê mijarê de axivî û got: “Jin hem ji aliyê gumanbar hem ji aliyê pergala hiqûqê ve tên sûcdarkirin. Ev rewş travmaya şexsî vediguhere travmayek civakî.”DÎMEN HEYE   *Jinan diyar kir ku nezelaliya pêvajoyê didome û bang kirin ku divê ji komîsyona meclîsê gav bên avêtin. DÎMEN HEYE   *Hûnermenda Kurd Zeyno Durar ku li bajarê London ê Îngîlîstanê dijî da zanîn ku dengê yekê dengê hemû kesî ye û got: “25’ê Mijdarê ne tenê dîrokeke. Rojeke ku êş, berxwedan û piştevaniya jinan nîşan dide ye. Ez bang li hemû hunermendên jin dikim ku bi hûnera xwe dengê xwe xurtir derxin.”    *Jinan der barê komkujiya li Dîlovasi pêk hatiye axivîn û diyar kirin ku ew di hişmendiya şertên binpêkirinê de ne û wê şopdarê komkujiyê bin. DÎMEN HEYE