Şakîla Monfared bi kelepçeyan veguhestina nexweşxaneyê red kir 2025-10-19 15:48:51       NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Şakîla Monfared a li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, veguhestina nexweşxaneya Taleghaniyê ya bi awayekî kelemçe û zincirkirî red kir.   Der barê girtiya siyasî Şakîla Monfared a li Girtîgeha Evînê tê ragirtin de biryar hatibû dayîn ku ji bo derxistina gêça di lingê wê de û muayeneyê sewqî Nexweşxaneya Talaghanî bê kirin. Lê ji ber ku Şakîla Monfared, veguhestina nexweşxaneyê ya bi kelemçe û zincîrkirî red kir, veguhestina wê hate betalkirin.   Li gorî agahiyan, lingê Şakîla Monfared hêj di gêçê de ye û tenê dikare bi darê bin çengan bimeşe. Rûxmê vê yekê jî rayedarên girtîgehê diyar kirine ku veguhestin tenê bi kelepçe û zincîra ling bê kirin. Şakîla Monfared jî, ji ber rewşa xwe ya fîzîkî li dijî muameleya dijî mirovahî û biçûkxistinê ya erkdaran derket û veguhestina di bin van şert û mercan de red kir. Lewma veguhestina vê ya nexweşxaneyê hate betalkirin.