Ji girtîgeha Evînê piştevaniya ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de 2025-10-18 15:45:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê bi peyamekê piştevaniya xwe ji bo girtiyên siyasî yên jin ên di greva birçîbûnê anîn ziman û daxwaz rakirina cezayê darvekirinê kirin.   Komek ji girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Evînê bi peyamekê piştevaniya xwe ji bo girtiyên li girtîgeha Qizilhesar di greva birçîbûnê de, dubarekirin. Di peyamê de hate diyarkirin ku hêvîdarin nerazîbûnên li dijî cezayên darvekirinê bibin xema raya giştî.   Hate diyarkirin ku hikûmetê hertim hewl daye bi pirsgirêkên bingehîn ên wekî gendeliyê cezayên darvekirinê veşêre û bi balkişandina li ser kiryarên sûcdar ên ku hestên gel ji holê radike, pêkanîna cezayan rewa dike.   Di dewama peyamê de wiha hate ragihandin: “Zêdetirî hezar girtiyên li girtîgeha Qizilhesar li dijî cezayê darvekirinê û polîtîkayên çewisandinê yên hikûmetê rawestane. Ev werçerxanek ya dîroka têkoşîna gelên Îranê ya li dijî zilm û darvekirinê ye. Girtiyên jin ên li girtîgeha Evînê jî wê heta rakirina cezayên darvekirinê, li gel hemû girtî û malbatên wan bisekinin.”   Hêjayî gotinêye ku di 15’ê Cotmehê de hezar û 500 girtiyên bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin yên li girtîgeha Qizilhesar, dijî cezayên darvekirinê dest bi greva birçîbûnê kirin. Di nava çend rojên borî de 17 girtî li girtîgehê hatin darvekirin.