Ji Însiyatîfa Aştiyê piştî komîsyonê daxuyanî 2025-10-15 19:33:25   ENQERE- Însiyatîfa Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye ya Jinan piştî civîna komîsyonê li ber meclîse daxuyani dan. Di daxuyaniyê de Ruşen Seydaoğlu anî ziman ku jin nebin kirdê pêvajo bi sernakeve û got: “Divê TJA û saziyên femînîst jî bihata guhdarkirin.”   Însiyatîfa Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye ya Jinan di rûniştina 2’emîn a Komîsyona Xwîşk- Biratî, Demokrasî û Hevgirtina Mîllî ku li Meclîsê ava bû ye de hat guhdarkirin. Însiyatîfê rapora ku daxwazên wan di nav de bû pêşkeşî komîsyonê kirin. Piştî civînê endamên însiyatîfê li ber meclisê daxuyanî dan.   Ruşen Seydaoglu di daxuyaniyê de axivî û tekildarî civîna komîsyonê ev tişt anîn ziman: “Em beşdarî civîna 15’emîn bûn. Me daxwazên xwe yên ku bigiştî pêdiviya jinan di nav de dihewîne anîn ziman. Me ji bo rakirina qanûna terorê, bidawîanîna pêvçûnan anîn ziman. Her wiha bandora pergala qeyûman vegot û xwest hevşeredar vegerin ser karê xwe. Me xwest hemû alî bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Me ew daxwazên xwe bi raporeke berfireh pêşkeşî komîsyonê kir. Em ê wê raporê ji çapemeniyê re jî parvekiribûn. Helbet guhdarkirina jinan girîng bû lê hewce dikir ku Tevgera Jinên Aza (TJA) û Tevgerên Femînîst jî bên guhdarkirin. Heta jin nebin kirdeya pêvajoyê, pêvajo bi serkeftî encam nabe. Me ew daxwaz yek bi yek pêşkeşî komîsyonê kirin.”