Li tevahiya Iraqê û li Silêmaniyê hejmara namzedên jin gelek kêm e 2025-10-15 11:57:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo hilbijartinên parlamentoyê yên li Iraqê di meha Mijdarê de çêbibin, hem li tevahiya welat, hem jî li Silêmaniyê, hejmara namzedên mêr, sê carî jinan e. Vê rewşê nîşan dide ku jin hê jî ji derfetên ji bo namzediya wekhev bêpar in.   Ji bo hilbijartina parlamentoyê ya ku îsal dê 11’ê Mijdarê de were lidarxistin, ji 3’yê Cotmehê ve partiyên siyasî û namzedan dest bi kampanyayên xwe kirin lê weke her demê kêmbûna hejmara jinan balê dikşîne.    Li gorî daneyên Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê, ji bo Serdema 6’an a Meclîsa Nûneran a Iraqê, bi giştî 7.769 namzede hene. Ji vana 2.248 namzed jin in, 5.520 jî mêr in. Ev namzed dê ji bo 329 kursiyên li parlamentoyê bikevin pêşbaziyê.   Ajansa NuJinha di hevdîtina bi Komeleya Pêşxistina Demokrasiyê ya Kurdistanê re rêjeya namzedên jin û mêr ên li herêma Silêmaniyê pirsî. Li gorî agahiyên ji komeleyê hatine girtin, li herêma hilbijartinê ya Silêmaniyê ji 136 namzedan tenê 37 jin in.   Van 37 namezedên jin ên van partiyan in:   Yekîtiya Weletparêzên Kurdistanê: (YNK) 10 namzedên jin   Partiya Demokrat a Kurdistanê: (PDK) 9 namzedên jin   Tevgera Helwest: 4 namzedên jin   Tevgera Nifşê Nû: 4 namzedên jin   Partiya Rotaya Gelê me: 4 namzedên jin   Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê: 2 namzedên jin   Civaka Edaleta Kurdistanê: 2 namzedên jin   Partiya Sosyalîst a Kurdistanê: 1   Eniya Tirkmen a Iraqê: 1   Li gorî Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê, li bajarê Duhokê ji 59 namzedan 20 jê jin in ango hejmara namzedên mêr sêr car li jinan e.   Di daxuyaniya Komîsyona Hilbijartinê ya Kerkukê de hat diyarkirin ku ji bo hilbijartinan ji 252 namzedan 73 jin in. Hejmara namzedên mêr li Kerkukê sê carî li jinan e.   Kêmbûna rêjeya namzediya jinan, careke din bandora bi sînor a “pergala kotaya jinan” tîne rojevê. Li gorî zagonên Iraqê, li parlamentoyê ji bo jinan ji sedî 25 kota hatiye dayîn   Gelek welat hedefa wan ew ji sedî 50 kursiyên li parlamentoyê ji jinan re werin veqetandin. Ji ber vê yekê, rêjeya namzediya jinan kêm dimîne û nûnertiya wekhev di navbera jin û mêr de çênabe.   Li gorî Makezagona Iraqê û benda 16 a Zagona Parlamentoyê ya 2019’an rêjeya nûnertiya jinan li parlamentoyê divê ji sedî 25 kêmtir nebe. Li gorî vê ji 329 kursiyan herî kêm 84 ji jinan re hatine veqetandin.   Lê gorî serdema berê ango serdema 5’emîn a Parlamentoya Iraqê, hejmara parlamenterên jin, ji rêjeya kotayê derbas kir. Li cihê 83 kursiyan, 97 parlamenterên jin hatin hilbijartin, ji sedî 30 kursiyan bi dest xistin. Ev yek nîşan dide ku ger pergala kotayê were rakirin û jin bi mêran re di mercên wekhev de bibin namzed; dê nûnertiya jinan zêdetir bibe.   Bi vê yekê re ji ber ku jin ji derveyî siyasetê dimînin û ji mekanîzmayên biryargirtinê tên dûrxistin; li Iraqê namzediya jinan rêjeya wan a li parlamentoyê hê jî ji ya mêran gelek kêmtir e.