Hanim Kaya ya parastina cewherî kir hîna girtî ye! 2025-10-15 09:03:38   Medine Mamedoglu   AMED - Li Amedê Hanim Kaya ku li dijî Gokhan B. yê peyamen tehîdê ji wê û keça wê re şandin mafê xwe yê parastina cehwerî bi kar anî hat girtin. Parêzera Hanim Kaya Dîcle Kanay balkişand ser dijhiqûqiya pêvajoyê û wiha got: “Tu qesta muvekîla min tunebû, bûyer di sînorê parastina rewa de pêk hatiye. Der barê roja bûyerê de ku gumanbar bi kêrê hatiye jî delîl û îfade hene.”   Jina bi navê Hanim Kaya li dijî gumanbarê tundiyê Gokhan B. ku mafê parastina cewherî pêk anî ji meha Tîrmehê de girtî ye. Keça Hanim Kaya, Z. Kaya ji aliyê Gokhan B. ku pê re di asta destberdanê de bû ve dihat tehdîdkirin. Gokhan B. di 2’yê Tîrmehê de bi tehdîdan çû ber deriyê Hanim Kaya. Gokhan B. ku êrîşî deriyê Hanim Kaya kir, Hanim Kaya parastina cewherî pêk anî. Piştî parastina Cewherî Gokhan B. û du polîs birîndar bûn û Hanim Kaya ji sûcê ‘nehişt peywirê bikin’ hat girtin. Hanim Kaya ku bi mehane girtî ye tevî hemû serlêdanan Gokhan B. yê ku tehdîdên xwe didomîne nehatiye girtin.   ‘Di sînorên parastina rewa de tevgeriyaye’     Parêzera dosyayê Dîcle Kanay da zanîn ku bûyer hîna di asta lêpirsînê de ye û balkişand ser dijhiqûqiyan. Dîcle Kanay da zanîn ku malbatê bi dehan carî gumanbarê tundiyê gilî kiriye û beriya bûyerê polîs jî li Hanim Kaya geriyane û got: “Tu qesta muvekîla min tunebû. Bûyer bi giştî di sînorê parastina rewa de pêk hatiye. Roja bûyerê gumanbar bi kêrê diçe ber derî û der barê vê de delîl û îfade hene. Heta beriya bûyerê muvekîla min û keça xwe, hevjînê wê bi mirinê tên tehdîdkirin. Ev jî hatiye tespîtkirin. Muvekîla min bi armanca parastina ewlehiya malbata xwe tevgeriyaye.”   ‘Dîcle Kanay daxuyakirin ku muvekîla wê ku xwestiye pêşî li bûyerê bigire tiştek amade kiriye û heta wê demê jî bi kar neaniye. Dîcle Kanay wiha dirêjî dayê: “Piştî polîs tên cihê bûyerê, gumanbar ji nava polîsan derbas dibe û êrîşê Hanim Kaya dike. Li ser vê muvekîla min bi armanca ku gumanbar dur bikeve vê tişta amade kiriye xwestiye bavêje ser. Mixabin di bûyerê de du polîs jî birîndar dibin. Xetereya jiyanê tunebû. Tevî vê muvekîla min hîna girtî ye.”   ‘Girtin dijhiqûqî ye’   Dîcle Kanay di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Girtina wê dijhiqûqî ye. Tu qesta muvekîla min tunebû. Bûyer di çarçoveya parastina rewa de pêk hatiye. Li dijî polîsan tu qesta wê tunebû.  Muvekîla min Hanim Kaya pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Testên bi gumana pençeşêrê çêkiriye. Şertên girtîgehê rewşa wê giran dikin. Di malbatê de yekane kesa dixebite ew e. Hem di alî aborî hem di alî manewî de malbat bandor dibe. Me daxwaza tahliyeyê kir lê hat redkirin. Di dosyayê de belgeyên kêm hene. Hîna rapor temam nebûne. Tê payîn ku der barê gumanbar de rapaor bê amadekirin lê hîna neketiye dosyayê.”   ‘Mexdur tê cezakirin’   Dîcle Kanay di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku muvekîla wê mexdur e û wiha domand: “Hanim Kaya û malbata wê mexdurên tundiyê ne. Tevî vê hîna girtî ye. Mixabin ne gumanbar mexdur tên cezakirin. Ev jî destê gumanbaran xurt dike û tundiyê xwedî dike.”