ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN 2025-10-14 09:00:00     * Jinên ku daxwaza bidawîanîna tecrîd û komploya 27 salan a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, daxwaz kirin ku komîsyona parlementoyê ji bo hevdîtinê serdana Îmraliyê bike û gotin, "Heke azadiya Abdullah Ocalan tune be, azadiya me jî tune ye." DÎMEN HEYE   *Di rapora ATK'ê ya derbarê Rojîn Kabaîş de li ser cihê vajînal DNA mêr hat tespîtkirin. Ji parêzerên dosyayê Fatma Ulgen wiha got:"Ev saleke me daxwaza vê agahiyê dikir. Çima ev agahî tevî ewqas daxwazan îro kirin wekî rapor ? Di dema çû de dibe ku bersûc reviyabin û delîl hatibin tarîkirin." DÎMEN HEYE   *Reha Sabit Servêstanî ku li Fînlandiyayê weke lêkolîner û hîndekar xebatê dimeşîne bal kişand ser zextên li Rojhilat û Îranê têne meşandin û got divê bi taybetî Kurd û Belûcî, li dijî rejîmê bibin yek.