Ji bo malbata Rojîn Kabaîş serdana piştevaniyê 2025-10-12 18:53:27   AMED- Bi pêşengiya TJA’yê û tevlibûna geleks saziyên jinan malbata Rojîn Kabaîş hat ziyaret kirin û peyama wê têkoşîna ji bo Rojîn Kabaîş nîvco nemîne dan. Baroya Wan û Amedê, çûn serdana malbata Rojîn Kabaîş ya ku 27’ê îlona 2024’an de li Wanê winda bû û biguman jiyana xwe ji dest da. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad(TJA) gelek saziyên jinan çûn serdana malbata Rojîn Kabaîş. Komeleya Dema Jinê, Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Jinan a Mîmoza û Komeleya Jinan a Star tevli serdanê bûn. Jinan diyar kirin ku wê têkoşîna edaleta malbatê bi hev re bimeşînin û heman rê de têbikoşin. Malbatê di serdanê de da zanîn ku mirina Rojîn Kabaîş bi gumane û wê têkoşîna edalet û heqîqetê bi hev re bimeşînin. Malbatê daxwaz kir ku 15’ê cotmehê de ku cenazeya Rojîn Kabaîş hatibû dîtin, bi armanca hişmendiya civakî meş û daxuyaniyek pêk bê.