Piştî jiyaneke ku xwe daye ser gel 6 sal: Hevrîn Xelef 2025-10-11 09:04:07   Derya Ren   NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika, Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef ku ji aliyê Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê wê ve 6 sal berê hat qetilkirin, Sûad Mistefa wiha got: “Yên Hevrîn qetilkirin, bila bên darizandin an jî radestê jinên azad bê kirin ku em bidarizanînin.”   Hevrîn Xelef di 15’ê Mijdara 1984'yan de li bajarê Dêrikê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Hevrîn Xelef dibistana xwe ya seretayî, amedekarî û navîn li dibistanên bajarê Dêrikê xwend. Hevrîn Xelef piştî xwendina xwe ya zanîngehê, endezyariya çandiniyê derbasî bajarê Helebê bû. Hevrîn  Xelef bi destpêkirina şoreşa Rojava re di 19'ê Tîrmeha 2012'an de bi awayekî çalak beşdarî şoreşê bû. Hevrîn Xelef di demêk kin de erka rêvebirina encumena aborî li bajarê Qamişloyê kir.    Hevrîn Xelef di 12'ê Cotmeha 2019 'an de li ser rêya M4 ji aliyê komên girêdayî  Tirkiyeyê ve hate qetilkirin.Xebat û bandora Hevrînê tenê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sînor nema. Piştî qetilkirina Hevrînê navê wê li bajarê Lyon yê Fransayê li qadeke taxa Guîllotîere hat kirin.   Têkoşîna ku Hevrînê ji bo gelan û jinan da bandorek mezin li cîhanê kir.  Hêzên Hevrîn Xelef qetil kir, ji bo parastina kujer jî hewldanên xwe domand. Kujer Ebû Şeqra ji zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê mezun bû û dîplome girt.   Dayika Hevrîn Xelef der barê qetilkirina keça xwe Hevrîn Xelef de ji ajansa me re axivî.     Sekna Hevrîn Xelef a li dijî îxanetê   Sûad Mistefa behsa zarokatiya Hevrîn Xelef kir û got: “Hevrîn ji zarokatiyê de jîr bû. Di pola 5’an de di ezmûnê de bû yekemîn. Piştre di Koma Cudî de cih girt. Kesê ji komê hat girtin û navê hemû kesî da. Li ser vê Hevrîn ji komê veqetiya. Nexwest bi îtîrafkaran re bixebite. Hevrînê nivîsandin û xwendina Kurdî fêr bü. Fêrî hemû zarokan ji kir. Wê dixwest tipê bixwîne. Di dema ezmûnan de keça min Zozan şehîd ket. Hevîn gelek bi bandor bû. Sala din beşa endezyariya ziratê ya zanîngeha Halebê qezenc kir.   Pêvajoya damezarandina Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê   Sûad Mistefa wiha dirêjî dayê: “Piştî zanîngehê ji ber ewlehiyê negirtin kar. Cihê ewil yê Hevrîn lê rêxistibû Komîteya Yekitiya Xwendekaran bû. Pişre xebatên akademiya Nurî Dersîm meşand. Piştre du salan jî di komîteya aboriyê de cih girt. Piştre got wê partiyek ava bibe. Min got partiya min PKK ye hêvîdarim hêjayê wê bin û piştgiriyê bidin.  Armanca partiyê got. Hevrîn her tim li ser wekheviya gelan disekinî. Hevrîn Xelef ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan têkoşîn dimeşand. Min piştgirî dida keça xwe. Piştî Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê hat avakirin, Hevrîn hedef dihat girtin. Çend caran êrîşê wesayîta wê kirin. Ji êrîşan netirsiya.  Her tim dihat tehdîdkirin.”   ‘Gotin Hevrîn şehîd ketiye’   Sûad Mistefa di berdewamiyê de wiha vegot: “Dema çûn min ji ajokar re got li Hevrînê baldar be. Min wê şevê di xewna xwe de keça xwe Zozan dît. Ez rabûm min got teqez tiştek bûye. Telefon lê da. Dengê keça min û çeteyan dihat. Min wê demê fêm kir ku kemîn hatiye danîn. Piştre me agahiya şehadeta wê girt. Bi îşkenceyên giran qetil kirin. Hevrîn heta dawiya jiyana xwe têkoşiya. Têkoşîna jinê meşand. Di şexsê wê de îradeya jnê hedef hat girtin. Em ê heta dawî têkoşîna wê bidin. Ez ê heta dawiya jiyana xwe têbikoşin. Heta jin azad nebin mêr jî azad nabin.”   ‘Mîrateya wê li cîhanê belav dibe’   Sûad Mistefa wiha dawî lê anî: “Mîrateya Hevrîn Xelef hiştiye li hemû cîhanê belav dibe. Em ê heta dawiya jiyana xwe serî netewînin.Ez bang li hemû rêxistinên mafên mirovan dikim. Di şexsê Hevrînê de sûcê mirovahiyê hat kirin. Îro ew kes hîna di hikûmeta Şamê de cih digirin. Li dijî vê divê rêxistinên cîhanê gavê bavêjin. Bila ya kujeran bidarizînin yan jî ji jinên azad re bihêlin ku em bidarizînin. Şehîd namirin. Jin jiyan azadî.”