'Li ser xeta Gurbetellî û Nujiyanê dê bibin dengê tekoşîna jinên êzidî' 2025-10-07 14:24:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Ragihandina Jinên Êzidî (RAJÊ) bi wesîleya Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd daxuyaniyek nivîskî da û got: "Em ê li ser xeta Gurbetellî Ersoz û Nujiyan Erhan bibin dengê tekoşîna jinên êzidî.”   Ragihandina Jinên Êzidî (RAJÊ) bi wesîleya roja rojnamegeriya jinên Kurd daxuyaniyek nivîskî parve kir û di şexsê şoreşger, pêşeng û rojnamevan Gurbetellî Ersoz de tevahî şehîdên çapemeniya azad bi bîr anî.   DaxUyaniya RAJÊ wiha ye;   “Em roja rojnamegeriya jinên kurd, li tevahî jinên azadîxwaz yên ku di rêya heqîqeta xwebûnê de li ber xwe didin, li Rêber Apo, li tevahî rojnamevanên jin ên ku di şopa Gurbetellî Ersoz de tekoşîna heqîqetê dimeşînin pîroz dikin. Di şexsê şoreşger, pêşeng û rojnamevana dildara azadiya jinê Gurbetellî Ersoz de em tevahî şehîdên çapemeniya azad bibîrtînin.   Di tekoşîna azadiya jinê de çapemeniya azad a jin bûye xwedî cihekî girîng. Roja rojnamegeriya jinên Kurd bi berdêlên giranbiha hate avakirin. Ji hevrê Gurbetellî bigre heta Deniz, Nûjiyan, Gulistan, Şaristan, Arjîn, Dilîşan, Dilovan, Jiyan, Avrîn û Cîhanan tekoşînekê bêhempa ya ji xweşikbûn û heqîqeta jinên azad ava bûye. Em weke jinên Êzidî heqîqeta van rêhevalan ji bona xwe dikin çavkaniya nasnameya rojnamevantiya azad a jin. Me îro rêxistiniya xwe, zanebûn û xebatên çapemeniya azad a jinê bi saya van şopdarên heqîqetê ava kiriye û em xwe tê de pêşdixînin.   Çapemeniya azad a ku xwe li ser xeta hevrê Gurbetellî ava kirî, di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê kedekî mezin dan. Bi saya wê keda pîroz û fedekariya bêhempa bi dîmen, wêne û nûçeyan tarîtî û hovîtiya  çeteyên DAIŞ’ê ji raya giştî re hate ragihandin. Di vê sedsalê de me wekî civak û bi taybetî jinên Êzidî qirkirina herî mezin dît û jiyan kir. Hîna jî berdêla viya jin bi jiyana xwe dide. Lê ev rastî û heqîqet bi rêya Ragihandina azad û kedkarên mîna Nûjiyan, Şaristan û bi dehan rojnamevanên weke wan hate ziman.   Weke Ragihandina azad a jinên Êzidî em daneheva çapemeniya azad a jinên Kurdistanê ji bona xwe dikin bingehê xwe rêxistin kirin û pêşxistinê. Bi vê bîr û baweriyê emê heta ku li hemberî ronahiyê tarîtî hebê di riya heqîqetê de bibin dengê şoreşa jinê û tekoşîna azadiyê ji hemû jinan re ragihînin. Emê li ser xeta Gurbetellî Ersoz û Nujiyan Erhan bibin dengê tekoşîna jinên Êzidî. Carekî din em roja rojnamegeriya jinên Kurdistanê li tevahî xebatkar û kedkarên jin ên çapemeniya azad pîroz dikin.”