Li Girkê Legê bi sedan kes ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşiyan 2025-10-07 12:56:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan şêniyên Girkê Legê û Rimêlanê ji bo piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî êrişên hêzên hikumeta veguhêz û ambargoyê meşek li dar xist.   Bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê û Rimêlanê û gundewar wan, tevî endamên saziyên sivîl û ji bo şermezarkirina êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û ambargoya li ser her du taxan meşek li dar xist.   Girseyê bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji Çerxerêya Şehîd Xebat a li bajarê Girkê Legê heya sûka navendî meşiyan. Li sûkê deqeyekê rêz hat girtin, piştre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hezîn Ebû Zeyd daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Sûriyeyê û cîhan li hêviya diyalog, tifaq û beşdariya hemûyan di avakirina Sûriyeyê nû de û bidawîkirina alozî û bêistiqrariyê ne, lê hikumeta veguhêz bêyî ku girîngiyê bide peymanên ku îmaze kirine, bi taybetî peymana 1’ê Nîsanê ya li gel Meclisa Sivîl a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hewl dide demê qezenc bike û temenê pêvajoya demkî dirêj bike.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hikumeta veguhêz bi van nêzîkatiyan êşa welatiyan zêde dike û pêvajoya diyaloga nîştimanî asteng dike.   Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevgerên dawîn ên hêzên hikumeta veguhêz yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşek ji plana derxistina şerekî fireh li Sûriyeyê, wêrankirina jiyana û qetilkirina hejmareke zêdetir a Sûriyeyê ye.   Her wiha bang li tevahî sûriyeyiyan hat kirin ku bi berpirsyarî tev bigerin, yekbarbûna welat û rûmeta welatiyên wê biparêzin û ji gotinên nefret û şerekî navxweyî dûr bikevin.   Bang li hikumeta veguhêz jî hat kirin ku rewşê aram bike, rêyan vekin û li şûna gef û tundiyê diyalogan esas bigire.   Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bû.