Girtiyên jin:Abdullah Ocalan ji bo vê erdnîgariyê derfet e 2025-10-05 18:47:25     AMED-Girtiyan ji bo meşa ‘Em bi hevî dimeşin’ azadiyê peyam şandin û gotin: “Birêz Ocalan ji bo vê erdnîgariya veguheriye cihê şer derfete û divê azad bibe.”   Girtiyên jin yên siyasî yên girtîgeha Kandirayê, ji bo meşa ‘Em bi hêvî dimeşin azadiyê’ TJA’yê ya ji Amedê berbi Enqereyê ve dane destpêkirin peyam şandin.   Peyamên girtiyan wihane:   “*Em we hemûyan bi hesret û bêrîkirin hembêz dikin. Em kampanya we ya ‘em bi hêvî dimeşin azadiyê’ silav dikin. Em bawer bikin ku ev kampanya demek kurt de bigihêje hedefa xwe. Hêviya me eve ku di serî de jin û hemû gelê me yê ku ji bo azadiyê bedel daye bihêje rêhevalê azadiyê.   *Heta niha dirûşmeya ‘heta jin azad nebin civak azad nabe’ bû xeta sereke a têkoşîna azadiy ame. Me di vê esasê de têkoşîn da. Ji vir şûnde jî ji bo azadiya fîzîkî ya rêhevalê xwe yê azadiyê em têbikoşin.Li cîhaneke ku jin û hemû gel bi awayekî azad bijîn, divê azadiya rêhevalê azad pêk bê.Di vê esasê de ji bo ev pêvajoya aştiyê ya em têde ne baş bimeşe divê em li qadan dengê xwe hîn bêtir gûr bikin. Em ji dil piştgiriyê didin kampanya we. Me dixwest ku li qadan deng bidin dengê we. Niha em nikaribin jî, em ji we re serkeftinê dixwazin. Em bi hêvî derketin vê rê em ê biserkevin.   *Yek azadiyek têr dike, ji bo her kes azad bibe. Me li zindanan bi fikrên wî berxwe da, ji bo azadiya fîzîkî ya rêhevalê azadiyê, em bang li hemû xwişkên xwe dikin;Dengê xwe ji bo wî bilind bikin. Ji Ocalan re azadî..   * Bi azadiya serokatiyê ku bi salane ji bo me jinan dibêje divê em têkoşîna azadiyê bidin,  azadiya jinan û civakê jî  dikare pêk bê. Werin em ji bo azadiya serokatiyê ku di vê xelekê de xwedî roleke girînge, têbikoşin.   *Derfet derî carekê vedike; Ji serokatiya me re ku bi salane deriyê derfetê vedike hezar silav. Niha dema vekirina deriyên li ser serokatiya me hatine girtinê ye. Jin êdî naxwazin vê derfetê ji dest derxin. Ji bo em azadiya xwe bi azadiya serokatiya xwe tacîdar bikin, bang li hemû kesî dikim ku vê derfetê bikar bînin.   *Li vê erdnîgariya ku Xwedavendan jiyanek azad afirand îro qirkirina jinê û xwezayê pêk tên; jiyan diçilmisin li warê Xwedavendan. Em jin berpirsin ku vê kevneşopiya çandî ya me mîrate girtiye bigihînin aştiya civakî. Ji pêşengê aştiyê re ku jiyana xwe daye ser azadiya jin, xweza û gelan re silavan dişînim.    *Divê azadiya mîmarê banga ‘aşî û civaka demokratîk’ Birêz Abdullah Ocalan ku heviya jiyaneke bi hev re a gelên li Rojhilata Navîn mezin kiriye, pêk bê.   *Her gava ji bo hêviya azadiyê tê avêtin, wê jinên Rojhilata Navîn û cîhanê azad bike. Jina azad navê civaka azad û demokratîke.Ji bo cîhanek bê şer û azad azadiya fîzîkî ya serokatiya me şert e. Ev meşa azadiyê bi jinan dest pê kir. Jin ji bo bi wî re hevdîtinên azad bikin dimeşin. Hevalên hêza ez meşa we silav dikim, divê hûn bizanibin ku ez jî bi her gava we re me.   *Azadiya Birêz Abdullah Ocalan ku lêgerîna heqîqeta xwe kir lêgerîna heqîqeta gelê Kurd, azadiya gelê Kurd e.   *Di pêvajoya 26 salên di bin tecrîdê de, tu car neketiye bin dilgirtinê. Ji bo jiyaneke aştiyane û aram a ji bo gelên Kurd û hemû cîhanê her tim modelên jiyana alternatîf afirandiye. Birêz Ocalan ji bo vê erdnîgariya ku veguheriye qada şer derfet e û divê azad bibe.”