Girtîgehên Îranê û darvekirin: Aktîvîst Mahdîeh Golroo vedibêje 2025-10-05 09:03:31     Melek Avci   ENQERE - Aktîvîst Mahdîeh Golroo ku li girtîgeha Evînê ya Îranê maye diyar kir ku li Îranê jinbûn wek jiyana di rejîma apartheîd de ye.   Li Îranê  mirina girtiya siyasî Somayeh Rashîdî  îşkenceya li girtîgehan radixe ber çavan. Di 2025’an de li Îranê darvekirin zêde bûn û zext zêde bûn. Li Îranê jin ji bo jiyanê li her qadê têkoşîna jiyanê didin. Somayeh Rashîdî di encama îhmalkariya tenduristiyê de jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de sê jinên ciwan li dadgehên darvekirinê tên darizandin û der barê dehan jî ceza darvekirinê hatiye dayîn.   Aktîvîsta mafê jinan Mahdîeh Golroo ku di navbera 2009-2012’an de ligirtîgeha Evînê girtî maye ji ajansa me re axivî û got li girtîgehê mirin ne tenê ji darvekirinê, ji ber pirsgirêkên hîjyen, tenduristî û gelekên di pêk tê.   '90 girtiyên jin ketin grevê’   Mahdîeh Golroo da zanîn ku sê roj berê li girtîgeha Qarchak 90 girtiyên jin piştî mirina Somayeh Rashîdî dest bi greva birçîbûnê kirine û got: “Somayeh yek ji girtiyên Qarchak bû. Ciwan bû û hinek pirsgisrêkên wê yên tenduristiyê hebûn. Lê mixabin berpirsên girtîgehê ev li ber çavan negirtin û jiyana xwe ji dest da. Li ser vê girtî ketin grevê. Hinek ji ber darvekirinê, hinek ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest didin. Derman tune ne, hîjyen tune ye.”   ‘Sê jinên ciwan ji ber xebatên xwe tên darizandin’   Mahdîeh Golroo destnîşan ikr ku niha sê jinên ciwan ji ber faliyetên xwe li dadgehên darvekirinê tên darizandin û li gelekan jî cezayê darvekirinê hatiye birîn. Mahdîeh Golroo da zanîn ku  mekanîzmayên tundî û zextan yên hikûmetê jî her diçin zêde dibin û wiha dirêjî dayê: “Bi cezayên giran bersivê didin çalakiyan. Yên çalakiyan pêk tînin dikujin. Digirin davêjin girtîgehan. Pergaleke girtîgehan a ji sedsala 19’an maye heye. Bi mehan mirov malbat nikarin biçin hevdîtinan. Parêzer nikarin biçin hevdîtinan. Lİ ser girtiyan zextên giran hene.Kesên ji ber fikr û nêrîn tên girtin, di bin şertên giran de tên girtin. Hewl didin fikrên girtiyan biguherin û ji ber vê zextan dikin.”   ‘Li dijî zextan çalakî jî zêde dibin’   Mahdîeh Golroo destnîşan kir ku her ku zext zêde dibin cureyên çalakiyan jî zêde dibin û wiha bi lêv kir: “Gel ku bi zextên giran re tên rûhev serî li riyên cuda didin. Li dijî hikûmetê berxwedan û çalakî tên pêşxistin.  Mînak piştî tevgera ‘jin jiyan azadî’ şûnde jin ji mala xwe bêyî laçik derdikevin û li dijî hikûmetê berteka xwe nîşan dide.  Li girtîgehan  tevî evqas zext û gundî girtî kampanyan dikin. Tevgera Jîna tevgereke modern bû. Jİ ber vê jî faliyetÊn cuda dikarin bibûna parçeyên vê tevgerê.  Gelek tevgerên din yên berê kurt bû. Mînak çalakiyên 5-6 mehan berdewam kiribûn hebûn. Yek ji van ya Mijdara Bi Xwîn bû.  Lê ya Jîna Emînî xurt bû. Roj bi roj mezin bû, xurt bû.”   Mahdîeh Golroo balkişand ser cezayên darvekirinê jî  û ev tişt daxuyand: “Cezayê darvekrinê ne tenê li îranê li her derê û li her welatî xwe dispêre dîrokek kûr. Ji ber darvekirin yek ji parçeyê cezakirinê bû.  Ji bo vê jî guhertina vê bi rastî zehmete lê li gorî min em ji berê baştirin. Mirovên li welat hemfikrin ku hinek tişt divê êdî biguherin. Divê qanûn û rêbazên çarçoveya mafê mirovan de hebin. Hêvî darim rojekê rejîma îslamê têk biçe, li Îranê qanûnene ku nû bê avakirin.”   ‘Rejîma apartheîd heye’   Mahdîeh Golroo der barê kampanyayên li dijî cezayên darvekirinê û zextan hatine destpêkirin jî nirxandin kir û ev tişt got: “Em jin ji gelek mafan bêpar tên hiştin. Ji mafê mîrateyê, ji welayeta zarokan û gelekên din. Bi ratsî rejîmeke apartheîd (newekheviya zayendî) heye. Ne tenê mijara serî girtinê. Tevlibûna qada siyasî de jî rêjeya jinan ji sedî sê ye.  Rejîma îslamê gelek  girtî darve kir. Ne tenê girtiyênsiyasî girtiyêndin jî bi darvekirinê ceza dikin. Hikûmet vê bi civakê dide hîskirin ‘hûn dibînin hikûmet bixwaze dikare her kesî bikuje’.  Hikûmet vê tehdîdê li hemû welat belav dike.”