Nagîhan Akarsel li Şirnexê hat bibîranîn 2025-10-04 16:11:20   ŞIRNEX - Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li Şirnexê ji aliyê jinan ve hat bibîranîn.   Rojnemevan, lêkolîner û Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê Nagîhan Akarsel li Eywana Bîşeng Anik ya navenda Şirnex bi tevîlbûna parlementerên DEM Partiyê yên Şirnex Newroz Ûysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, endamên Tevgera Jinên Azad, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, rêveberên jin yên partiyên siyasî û gelek jinan di salvegera qetilkirina wê de ku 4ê Cotmeha 2022an li Silêmaniyê hatibû qetilkirin, hat bibîranîn.   Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê Hevseroka DEM Partiyê Taybet Bîlgî axaftin kir û Akarsel bi bîr anî.   Parlementera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan got ku Nagîhan Akarsel weke rojnamegerek, weke lêkolînerek, weke jinek ked dida û wiha axivî; “Dema heval Hagîhan ji bo avakirina pirtûkxaneyek li ser jinê xebat dikir hat qetilkirin. Hê jî kujerên wê nehatine eşkerekirin. Wê ji bo hemû jinan ala berxwedanê hilgirtibû û em soz didin ala wê hildaye li erdê nekeve.”   Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyana Nagîhan Akarsel hatiye amadekirin, hat pêşandin. Bîranîn bi çepik û diruşma, "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.