ROJEVA 04'Ê COTMEHA 2025'AN 2025-10-04 09:00:00     * Ji aliyê Komeleya Ewil Zarok ve li Amedê Mîhrîcana Zarokan a Navçandî pêk hat. Ji Komeleya Ewil Zarok, Teknîsyena Hunerê Şîrîn Saglam axivî û got divê bi  bernameyên wisa çand û zimanê Kurdî zindî bê hiştin. BI DÎMEN    *Jinan diyar kirin daxwaza wan ya sereke a ji bo aştiyê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berdana girtiyên siyasî ne. Jinan wiha got: “Em bi êşan mezin bûn, êdî aştiyê dixwazin.” BI DÎMEN    *Derhênera belgefîma ‘Stêrka li ser xetê’  Berîvan Saruhan diyar kir ku bi rûhevhatinê aştiyeke mayînde wê pêkan be. DÎMEN HEYE   *Di roja çaremîn a meşa xwe ya ji Amed ber bi Enqerê ve, ku wan bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" dest pê kir, jinan tekez kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. BI DÎMEN