Meşa jinan li Bêrecukê ye: Her gava me ji bo azadiyê ye 2025-10-03 15:28:42   RIHA – Meşa "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ku ji aliyê TJA ve ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, gihîşt Bêrecûkê.Jinan diyar kirin ku her gava ku davêjin ji bo aştî û demokrasiyê ye.   Meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşma "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amed heta Enqerê hatiye destpêkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, di roja xwe ya sêyemîn de bi coşeke mezin berdewam dike. Jin pêşî bi meşa ji Xelfetiyê ber bi Amarayê ve rawestiyan.   Jin li Bêrecukê ne   Li vir, peyama Abdullah Ocalan a berê ji jinan re hat xwendin.Jin gihiştin Bêrecukê û bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî, azdî bike rêbertî’ ji ser riya peravê meşiyan.   Her gava me ji bo aştiyê ye   Bîrsen Orhan piştî meşê daxuyanî xwend û da zanîn ku gelê Kurd bi salane bi polîtîkayên tunekirinê re tên rû hev û got: “Her gava me ji bo aştiyê ye. Ji bo azadî û demorkasiyê ye. Belê jin bi salane  ji ber polîtîkayên Înkar Û îmhayê tên koçberkirin. Em jinên Elewî yên baweriya wan tê biçûkirin û tunekirinê ne. Em Rojîn Kabaîş yên ku gumanbarê wê nayê dîtinê ye. Em Dayika Taybet ya cenazeya wê 7 rojan li erdê mayî ne. Em jinên ku her tim heviya azadiyê û aştiyê mezin kirinê ne. Aştî bi azadiya ‘Rojê’ dikare pêk bê.  Divê gavên şênber û bawer bên avêtin.”   Piştî daxuyaniyê jin ji bo meşa wê li Dîrolê pêk bê derketin rê.