Ji dayîka Şehîdan a Şengalê: Bila Mafê Hêviyê bê bicîh anîn 2025-10-01 09:04:45   Faraşîn Mervan    ŞENGAL - Yek ji dayîka şehîdan a li Şengalê Xoxê Feqîr li ser mafê hêviyê axivî û got: ’ Yê ku bi banga xwe civaka me ya êzîdî, jin û zarokên me ji destê Daişê xilas kir, Rêber Apo bû. Rêber Apo xema mafên hemû civakan hemû civakan dixwe, pêwîste ji bo wî mafê hêviyê bê bicîhanîn."    Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), salek berê ji bo mafê hêviyê ya Rêber Apo ku bê dayîn salek dem dabû dewleta Tirk. Lê Tirkiyeyê di vê mijarê de gavek şênber navêt. Di 18’ê îlonê de KWKE’yê derbarê mafê hêviyê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku Tirkiyeyê hîna gavek navêtiye û heta Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê.    Li ser biryara mafê hêviyê ya  Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê Tirkiyeyê de, yek ji dayîka şehîdan Xoxê Feqîr axivî û got biryara par derbarê Tirkiyê de hatî girtin dema wê hat dirêjkirin û divê van pêkanînên li ser Rêber Apo rabin.    ‘Bila DMME û Tirkiye dev ji van pêkanînên xwe berdin’     Xoxê Feqîr da zanîn ku gazincên wan ji saziyên mafên mirovan hene û got: ‘Biryara ku ji bo mafê hêviyê par hatibû girtin, nehat bicîhanîn û ji demê re tê hiştin. Pêwîste ji demê re neyê hiştin û ji bo mafê hêviyê  yê Serokatî bikevin nav liv û tevgerê. Ne tenê Tirkiye ev biryar pêkneanî, ê ku li ser mafê mirovan disekinin bi huquqê re mijûl dibin hemûyan pêk anî. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dikarê li ser Tirkiyê ji bo mafê hêviyê zextê bike, lê vê nakin. Zexta heyî ev 27 salin li ser Serokatî pêktînin. Em nikarin zexta ku bi sala ye li ser Şengalê jî dikin ji rewşa Serokatî qut bigrin dest. Gazincê me ji rêxistinên mafên mirovan hene. Bila dawî li van pêkanînan bînin."     ‘Jinên Êzîdî bi fikrên Rêbertî xwe rêxistin kirin’     Di heman demê de Xoxê feqîr bal kişand ser bandora fikir û felsefa Rêber Apo ya li ser jin û civaka êzîdî û da diyar kirin ku 27 sal a zextek giran li ser Serokatî dane meşandin. Xoxê Feqîr wiha berdewam kir, "Bi salan e Tecrîdek giran li ser Rêbertî hebû. Lê Serokatî xwedî hêzeke pir mezin bû. Wekî ku ne di zindanê de be. Hêza li gel Serokatî heyî miqabilê ya bi milyonan a mirovan e û dawî li vê hêzê nikare bê anîn. Bi banga Rêber Apo şagirtên wî bi hawara Şengalê ve hatin. Bi taybet jî şagirtên wî piştevaniya jin û zarokên Şengalê kirin. Bi fikrên Rêber Apo jinên êzîdî xwe rêxistin kirin di aliyê leşkerî û siyasî de jinên êzîdî bi saya fikrên Rêber Apo xwe pêşxistin û pêşiya dijmina girtin. Ger beriya fermanê ev fikir di nav civaka me de hebûna wê ewqas wendahiyên civaka me çênedibûna.  Lê mixabin. Em ji ber vê piştevaniya  Serokê xwe dikin. Wek jinên êzîdî me maf, rastî, edalet û wekheviy li gel wî dît ji ber vê jî em bûn piştevanê Serok."     ‘Heta Dawî em li pey fikrê wî ne’    Herî dawî jî Xoxê Feqîr da zanîn ku  Rêber Apo bang li şagirtên xwe kiriye di dema fermanê de  ji bo ku bi hawara Şengalê ve werin û wiha dirêjî dayê: " Em heta dawî li pey fikrê Rêber Apo ne. Daxwaza me ew e ku Rêber Apo fîzîkî azad bibe. Bi milyona mirovên li ewropa dijîn, li dûv fikrên Rêber Apo ne, ev fikir tu carî ji bîr nabe. Rêber Apo li hemû mirovahiyê difikire. Mafê her mirovek li gel Rêber Apo heye. Em wek civaka Êzîdî jî dizanin ku Rêber Apo xem xwarê civaka me ye û me ji dil hîs dike. Ger ne wiha bûna di ber me de ewqas şehîd nedihatin dayînç"   Bang    Xoxê Feqîr di dawiya axaftinê xwe de jî bang li gelê kurd û saziyên mafên mirova kir û got: "Banga min ew e ku gelê Kurd bila dest bidin hevdû û Rêberê xwe biparêzin. Ez dûbare bang li hemû sazî û dezgehên mafên mirova dikim demildest pêwîste ku mafê hêviyê bê bicîhanîn. Mirovên ku mafê mirovan li gel wan heye, lazim e ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bixebitin û wî azad bikin."